​​​​​​​‘MÎT xwe bi rêya Artêşa Niştimanî ya Sûriyê rêxistin dike’

Hêzên Ewlekariya Hindirîn, sîxurekî din ê MÎT a dewleta Tirk ê bi navê Mihemed Hecî Osman ku ji bo êrişan şandine Bakur û Rojhilatê Sûriyê, girtin. Sîxur Osman got, MÎT a Tirk bi rêya “Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ” ku ji çeteyên DAIŞ û El- Nûsrayê hatiye berhevkirin, xwe bi rêxistin dike. 

​​​​​​​‘MÎT xwe bi rêya Artêşa Niştimanî ya Sûriyê rêxistin dike’
9 tebax, 2020   00:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Istixbarata dewleta Tirk a dagirker (MÎT) li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo çêkirina tevlîheviyên gelek şaneyên sîxurên xwe daye avakirin. Hêzên ewlekariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê van şaneyan yek bi yek dirûxîne.

Herî dawî li Kobanê, di encama operasyona hêzên ewlekariyê sîxurekî MÎT’ê yê bi navê Mihmed Hecî Osman hat girtin.

Sîxur Osman diyar kir ku ew li herêma Qibêsîn a girêdayî Babê hatiye dinê, gelek caran çûye Tirkiyê, Başûrê Kurdistanê, Bab û Cerablûsê. Ev 6 salên li Kobanê dijî.

Sîxûrê MÎT’ê di derbarê xebatên MÎT’ê yên bi rêya  “Artêşa Niştimanî ya Sûriyê” ku ji bermayiyên DAIŞ û El- Nûsrayê hatiye avakirin, tên birêxistinkirin de, agahiyên giring da.

‘MÎT BI RÊYA ARTÊŞA NIŞTIMANÎ YA SÛRIYÊ XWEBIRÊXISTIN DIKE’

Sîxur Osman li ser naskirina xwe bi MÎT’ê re wiha got: “Ez bi rêya Wisam Cemal Ebdurrahman bi MÎT’ê re ketim têkiliyê. Wisam Cemal Ebdurrahman berê endamê DAIŞ’ê bû û niha serçeteyê koma Sultan Murad a di bin sîwana Artêşa Niştimanî ya Sûriyê de,  ye. MÎT, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di ser endamên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê re xwe birêxistin dike. Ez jî yek ji wan im. Agahiyên ku ez digirim, bi navbeynkariya Wisam Cemal Ebdurrahman digihînim MÎT’ê.”

‘EM Ê MAQAM BIDIN TE’

Sîxur Osman derbarê sozên ku MÎT’ê di berdêla sîxurkirina wî danê, wiha got: “Wisam Cemal Ebdurrahman digot em ê di demek nêz de Kobanê dagir bikin. Soz dan min ku eger ez agahiyên dixwazin bidim wan û dema wan Kobanê dagir kir, dê maqamên di astên bilind de bidin min û malbata min. Ji bo vê jî min xebata bi wan re pejirand.”

Sîxur Osman diyar kir ku beriya ku bê girtin amedekariya siwqastekê dikir. Sîxur derbarê agahiyên ku daye MÎT’ê de wiha axiv: “Min dîmen û koordînatên gelek nuqteyên leşkerî, sazî û nexweşxaneyên girêdayî Rêveberiya Xweser bi rêya endamên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê şandin ji MÎT’ê re. Heman demê de min agahiyên ku li ser Hêzên Ewlekariya Hindirîn bidest xistibûn jî dan MÎT’ê.”

‘JIYANA MIN REŞ BÛ’

Sîxur Osman destnîşan kir ku piştî bi MÎT’ê re xebitî, sozên ku dane wî li aliyekî, karê, malbat û her tiştê xwe winda kiriye û wiha got: “Ez poşmanim, jiyana min reş bû.”

OPERASYON BERDEWAM IN

Saziyên ewlekariyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di demek nêz de li dijî şane û sîxurên ku MÎT’ê birêxistin kirine, operasyon dabûn destpêkirin. Di encam de gelek sîxur hatibûn girtin. 

(bm)