Rojeva rojnameyên erebî – 8 Tebax

Rojnameyên erebî yên îro behsa encamên teqîna Beyrûtê li ser Sûriyê û rewşa hundrîn a Lîbyayê kir.

Rojeva rojnameyên erebî – 8 Tebax
8 tebax, 2020   07:14
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-ŞERQ EL-EWSET: GELO BENDERA LAZIQIYE WÊ CIHÊ BENDERA BEYRÛTÊ BIGRE?

Rojnameyên erebî yên îro behsa gelek mijarên girîng kir. Ji wan hewldanên Rûsya da ku bendera Beyrûtê bi bendera Laziqiye ve biguherin. Di vê der barê de rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Gelo bendera Laziqiye ya Sûrî wê cihê bendera Beyrûtê ku ji ber teqîna mezin hate hilweşandin, bigre?."

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de wiha got: "Çav niha li Şamê ye, dibe ku hilweşandina gihaşt Lubnanê ku pêşniyar li ser bendera Laziqiye ya nêzî baregeha Hememîm a Rûsî, bikeve. Da ku bibe deriyê gihaştina alîkariyên mirovî, kel û pelan û  madeyên aborî ji Sûriyê û Lubnanê re."

Balkêş e, serokwezîrê Sûriyê Xalid El-Ezim ji bo destekdayîna Beyrûtê, bendera Laziqiyê di destpêka salên 50`î de di sedsala borî de, ava kir.

Li gorî rojnameyê diyar ku alîkarî bi rêya du deriyan ji Sûriyê re diçe, deriyê Bab El-Hewa  yê li ser sînorê Tirkiyê û bendera Beyrûtê ku alîkarî ber bi Şamê ve dihatin şandin.

NY`yê got hilweşandina bendera Beyrûtê dê bandoreke neynî li alîkariya Sûriyê bike, fikrandin der barê berdêlan de hene û hin kes dibêjin berdêl bendera Laziqiye ye.

EL-EREB: PARÇEBÛNEKE NÛ DI LAŞÊ SEROKATIYA LÎBYAYÊ DE ZEHMETIYÊN FAYIZ EL-SERAC ZÊDE DIKE

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Zehmetiyên serokê hikûmeta Wîfaq a Lîbyayê Fayiz El-Serac di çarçoveyên zehmet de ku qiraxên wê di nava du rojên derbasbûyî de zêde bûn, didome. Da ku parçebûna siyasî ya kûr di laşê meclisa serokatiyê de ku rewşa wî nakok û bi tirse, eşkere bike. Dibe ku ev yek di çarçoveya zêdebûna  hêrsa gel li Terablusê û bajarên rojavayê Lîbyayê zêdetir bibe."

(bx)