​​​​​​​Dewleta Tirk nuqteyên hêzên hikumeta Sûriyê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker nuqteyên hêzên hikumetê yên li Meret Nûmanê bi moşekan kirin hedef. Her wiha balafirên dewleta Tirk li asîmanê Idlibê geriyan.

​​​​​​​Dewleta Tirk nuqteyên hêzên hikumeta Sûriyê topbaran kirin
7 tebax, 2020   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên dewleta Tirk ên li çiyayê Zawiyê bi moşekan êrişî nuqteyên hêzên hikumetê yên li bajarê Meret Nûman kir. Agahiyên der barê ziyanan de nehatin bidestxistin.

Li gel firîna balafirên keşfê yên dewleta Tirk û balafirên Rûsyayê li asîmanê Idlibê ev êriş pêk hat.

Duh piştî nîvê şevê, hêzên hikumeta Sûriyê bi topan herêmên Fetîra, Kensefra, Sifûhin, Filêfil û herêmên din ên li çiyayê Zawiyê û eniyên bakurê gundewarên Laziqiyê kirin armanc.

(eh)