Li herêma Firatê 3 bazirganên şûnwaran hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Firatê ragihand ku duh 3 bazirganên şûnwaran li navçeya Eyn Îsayê girtin û  parçeyên şûnwaran ên li gel wan desteser kirin.

Li herêma Firatê 3 bazirganên şûnwaran hatin girtin
Li herêma Firatê 3 bazirganên şûnwaran hatin girtin
Li herêma Firatê 3 bazirganên şûnwaran hatin girtin
6 tebax, 2020   15:52
KOBANÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Firatê bi bîr xist ku 3 kesên ku parçeyên şûnwaran vediguhastin da ku piştre qaçaqiya wê bikin bi rêya kemînekê girtin.

Nivîsgeha Têkbirina Sûcên Birêxistinkirî destnîşan kir ku 3 kesên ku alava keşfkirina madeyên vekolîna şûnwar û derxistina wê girtin û parçeyên li gel wan jî girtin.

Hêzên ewlehî got kesên tewanbar radestî edaletê kirin ku darizînin.

Li gorî qanûnên Rêveberiya Xweser, bazirganên bi şûnwaran sûceke cînayî ye ku nasnameya herêm, dîrok û şaristaniya wê diçewisîne û li gorî wê tewanbar tên darizandin.

(fr)

 

ANHA