Mijarên rojnameyên erebî – 6 Tebax

Rojnameyên erebî yên îro der barê xemsariya desthilata Lubnanê û teqînên ku li Beyrûtê rû dan, her wiha der barê pêşniyara Amerîkayê ya herêma bêçek li Sirteyê de nivîsîn.

Mijarên rojnameyên erebî – 6 Tebax
6 tebax, 2020   07:08
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: TEQÎNA LI BEYRÛTÊ; SALÊN XEMSARIYÊ LÊ SALÊN DESTHILATA HIZBULLAHÊ

Rojnameyê der barê mijarê de nivîsî: "Li paytexta Lubnanê Beyrûtê rewşa acizbûna li hember berpirsên teqîna mezin ku roja sêşemê çêbû, serdest e, her wiha acizbûna li hember çîna siyasî bi giştî. Dîsa Hizbullah hate tawanbarkirin ku tevliheviyê, burokrasiyê û gendeliyê ji xwe re bi kar tîne û desthilta xwe fireh dike û rê vedike ku çek û alav û kes bi dizî derbasî welêt bibin.

Sozên ku rayedaran dan der barê lêpirsîneke eşkere û darizandina perpirsên teqînê de, ji aliyê welatiyan ve bi qerf û pêkenî hate pêşwazîkirin. Hin çalakvanan jî got ku binçvkirina hin berpirsên bender û sozên lêpirsîn û darizandinê, hewldaneke ji bo kêmkirina hêrsa gel, ta ku mijar bê jibîrkirin.

Li gorî lêpirsînan, teqîna ku bûye sedema mirina 107 kesan, ji ber xemsarî û neguhdana depokirina madeyeke teqemeniyê, pêk hatiye. Vê tiştê hêrsa Lubnaniyan jî mezin kir ku li ser malperan civakî hashtaga ‘#bidarvebikin’ belav kirine û doza darizandina hemû berpirsyaran dikin.”

ŞERQ EL-EWSAT: AMERÎKA PÊŞNIYAR DIKE KU LI SIRTE Û CEFRAYÊ HERÊMA BÊÇEK BÊ AVAKIRIN

Der barê mijara Lîbyayê de rojnameyê nivîsî: "Rêveberiya Amerîkayê çareyek ji bo Lîbyayê pêşniyar kir ku li Sirte û Cefrayê "herêma bêçek" bê avakirin, her wiha hilberîna petrolê ku ev 8 meh e hatiye rawestandin dîsa dest pê bike. Di vê navberê de serokê hikumeta Wîfaq a Lîbyayê Fayiz El-Sîrac, ji bo ji nû ve belavkirina hêzên artêşa neteweyî mercên xwe eşkere kirin, ta niha ji her du aliyan der barê pêşniyara Amerîkayê de tu bersiv nehatiye, lê El-Sîrac diyar kir ku "çi agirbesta ku li welêt çêbe, pêwîst e aliyê din li cihek be ku nekare êrişê pêk bîne.”

EL-BEYAN: DI ÊRIŞEKE ÇEKDARÎ LI SELAHEDÎNÊ DE 5 LEŞKERÊN IRAQÊ HATIN KUŞTIN Û BIRÎNDAR BÛN

Rojnameyê nivîsî: "Di êrişeke çekdarî de li parêzgeha Selahedîn a bakurê paytexta Iraqê Bexdayê, 2 leşkerên Iraqê hatin kuştin.

Ajansa El-Sumeriye Newsê roja pêncşemê li ser zimanê çavkaniyeke ewlehiyê diyar kir ku di êrişê de her wiha 3 leşker jî birîndar bûne.

Çavkaniyê diyar kir ku "Duh êvarê (çarşemê) li dijî Tugaya Duyemîn a fermandariya operasyona Selahedîn êrişeke terorê pêk hatiye.”