Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxî ji gel û hikumeta Lubnanê re xwest

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê sersaxî ji gel û hikumeta Lubnanê re xwest û hêvî kir ku ewlehî careke din serwer be.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxî ji gel û hikumeta Lubnanê re xwest
5 tebax, 2020   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh sêşemê du teqînên mezin li benderên Beyrûtê rû dan. Li gorî daneyan di endamê de zêdetirî 100 kesî jiyana xwe ji dest da û derdora 4 hezar kes birîndar bûn.

Têkildarî mijarê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê sersaxî ji dewleta Lubnanê re xwest.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ji ber teqînê xemgîn e û got ev teqîn di dema ku Koronavîrus bi awayekî mezin belav dibe û li gel ku hikumeta Lubnanê û gelê xwe hewl didin ewlehiyê pêk bînin, pêk hat.

Rêveberiya Xweser di dawiya daxuyaniya xwe de got:"Em piştgiriya xwe bi gelê Lubnanê re di nav şert û mercên dijwar de diyar dikin û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest. Em hêvî dikin ku Lubnan vê pêvajoyê derbas bike û ewlehî careke din li welêt serwer be.

(şx)