Li Şehbayê pêşangeha wêneyên komkujiya Şengalê

Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê pêşangeha wêneyan û sînevîzyoneke komkujiya ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî civaka êzidî li Şengalê pêk aniye, vekir.

Li Şehbayê pêşangeha wêneyên komkujiya Şengalê
Li Şehbayê pêşangeha wêneyên komkujiya Şengalê
Li Şehbayê pêşangeha wêneyên komkujiya Şengalê
Li Şehbayê pêşangeha wêneyên komkujiya Şengalê
3 tebax, 2020   11:03
ŞEHBA

Bi beşdariya bi dehan şêniyên Efrîn û Şehbayê, bi amadebûna nûnerên deste û meclisên herêmên Şehbayê, Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê bi boneya salvegera 6’an a komkujiya Şengalê pêşangeha wêneyan vekir.

Merasîma vekirinê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevseroka Yekitiya Êzidiyan Sûad Hiso behsa salvegera 6’an a komkujiyê kir û wiha got: "DAIŞ’ê di wê xaka pîroz de ku şêniyên wê parastina ol û kevneşopên xwe dikir, gelek zarok, jin û kalepîr qetil kirin, jin li sûkan firotin, mêr û zarok li pêş çavên jinan qetil kirin."

Sûad Hiso soza şopandina rêça şehîdan, bilindkirina berxwedana li hember dewleta Tirk a dagirker û hêzên tarî yên ku qirkirina Kurdan dikin hedef, da.

 (fr)

ANHA