Kongreya Star: Heman zihniyeta DAIŞ`ê îro Tirkiye hemû parçeyên Kurdistanê dimeşîne

Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkujiya çeteyên DAIŞ`ê ya li dijî gelê Şengalê bi giştî û jinên êzidî bi taybetî pêk aniye, şermezar kir. Koordînasyonê piştrast kir ku dewleta Tirk heman binpêkirinan îro bi zelalî li Şengal, Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê pêk tîne.

Kongreya Star: Heman zihniyeta DAIŞ`ê îro Tirkiye hemû parçeyên Kurdistanê dimeşîne
2 tebax, 2020   16:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera komkujiya Şengalê ku rastî 3`ê Tebaxê tê, Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.

Xalên girîng ên daxuyaniyê ev in:

Di salvgera 6`emîn a Komkujî û fermana 73`an li dijî Şengalê de, wekî Koordînasyona Kongreya Star bi ruhê berxwedanê em vê komkujiyê şermezar dikin. Çawa bi piştevaniya jinên Kurd YPJ, YJŞ û YJA-Starê çeteyên DAIŞ`ê hatin têkbirin, îro bi heman ruhê têkoşînê jin li ber xwe didin. Hîna jî gef û xeteriyên li dijî jinên êzidî, gelê êzidî, tevahî gelê Kurd û gelên azadîxwaz berdewam dike.

Dewleta Tirk îro heman zihniyeta DAIŞ`ê bi zelalî li Şengal, Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê dimeşîne û êrişan pêk tîne, gundan dirûxîne û şêniyan bi darê zorê dide koçberkirin.

Çeteyên DAIŞ`ê ji komkujiya Şengalê xwestin ku qirkirina çandî û etnîkî pêk bînin û fikr û ola êzidiyatiyê tune bikin. Ji ber ku ola êzidiyatî ji olên kevnar ên dîrokê ye. Lewra gelek aliyên dijberî gelê êzidî û gelê Kurd xwest demografiya herêmê biguherin û fermaneke nû li dijî êzidiyan pêk bînin. Lê belê li hemberî vê hovîtiyê jinên Kurd berxwedaneke bêhempa berz kirin û tirs xistin dilê dijmin. Ji bo rizgarkirina Şengalê û vegerandina şêniyan, bi hezaran ciwanên Kurd xwe feda kirin. YPG`ê û YPJ`ê jî ji bo vekirina koorîdorên bi ewle û parastina jin û zarokên Şengalê, fedekariyên mezin pêk anîn.

Niha gelê êzidî bi saya ciwan û jinên xwe dikare xwe bi xwe bi rêve bibe û Şengalê biparêze.

Bi heman zihniyeta DAIŞ`ê îro dewleta Tirk û çeteyên wê sûc û binpêkirinan li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî xaka Kurdisatnê pêk tîne. Lewra divê em bi ruhê Hevrîn Xelef, Zehra Berkel û dayika Eqîde û Emîne li dijî faşîzma Tirk û çeteyên wê bisekinin û destkeftiyên Şoreşa Rojava biparêzin.

Wekî Koordînasyona Kongreya Star em vê komkujiyê û fermana dawî ya li dijî gelê êzidî yê Şengalê, nexasim plan, siyaset û sûcên li dijî jinên êzidî şermezar dikin. Em tekez dikin ku ev sûc û planên li djî çand û ola pîroz û dîrokî, dê neyên jibîrkirin. Divê li hemberî wê têkoşîn di asteke bilindtir de bê meşadin.

(cx)

ANHA