Artêşa Lîbyayê: Çeteyên sûrî li Terablusê bi cilên polîsan in

Gerînendeyê rêveberiya Tewcîh El-manewî ya fermandariya giştî ya artêşa Lîbyayê serbaz Xalid Mehcob ragihand ku beşa yekemîn ji çeteyên sûrî piştî perwerdekirinê ji hêla Wezareta Hundirîn a hikumeta Wîfaqê ve, bi cilên polîsan daket peytexatê Terablusê.

Artêşa Lîbyayê: Çeteyên sûrî li Terablusê bi cilên polîsan in
25 tîrmeh, 2020   08:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî rapora komîteya cezayên navneteweyî ya der barê Lîbyayê de ku hatiye  piştrastkirin dewleta Tirk çeteyan vediguhêze welat, serbaz Xalid Mehcob îro ji tora El-Erebiyê re diyar kir ku komek ji çeteyên sûrî li baregeha Tekbalî ya li paytexta Terablusê hat perwerdekirin û bi cilên polîsên lîbyayî daketin kolanan û dest bi erka xwe kirin.

Di dîmenan de hat eşkerekirin ku endamên çeteyên sûrî bi cilên polîsên lîbyayî perwerdeya xwe li baregeheke li başûrê paytexta Terablusê dibînin.

(fr)