Di Pêngava Tunekirina Terorê de serçeteyekî DAIŞ’ê hate girtin

Di roja sêyemîn a qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê de serçeteyekî DAIŞ`ê ku berpirsê belavkirina fonên şaneyên DAIŞ`ê li rojhilatê bajarê Dêrazorê ye, tevî gelek çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin.

Di Pêngava Tunekirina Terorê de serçeteyekî DAIŞ’ê hate girtin
19 tîrmeh, 2020   10:18
DÊRAZOR

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) tevî hêzên ku tev li qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê ya li dijî şaneyên DAIŞ`ê bûne, xebatên lêgerînê didomînin.

Hêzên komando yên QSD`ê serçeteyekî DAIŞ`ê ku berpirsê belavkirina fonan li ser şaneyên DAIŞ`ê yên li rojhilatê bajarê Dêrazorê ye, tevî gelek çeteyên DAIŞ`ê hate girtin.

Serçeteyê DAIŞ`î ku navê wî nehat zanîn, li bajarokê Şehîl ê li rojhilatê Dêrazorê hate girtin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştevaniya hêzên komando gelek kesên bigumana endamtiya DAIŞ’ê û kesên pê re didin û distînin, li gundên Cedîd Egîdat,  Cedîd Bikare li rojavayê bajarokê Basîra yê li rojhilatê Dêrazorê, girtin.

Heta niha di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê de gelek çete hatine girtin û miqdarên mezin ên çek, cebilxane, mayîn û gelek amûrên elektronîk hatin desteserkirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PW6Px_HMTF8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>