Hefter bi şandeyeke DYA’yê re civiya

Fermandarê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter bi şandeyeke DYA’yê ya leşkerî û siyasî re civiya.

Hefter bi şandeyeke DYA’yê re civiya
16 tîrmeh, 2020   08:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El-Ewsat ragihand ku şande ji bo pêşniyara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya valakirina herêma petrolê ji hêzên leşkerî û hêzên Ewropayê bi çavdêriya NY`yê çavdêriya wê bikin, hatine.

Li aliyekî din jî dezgehên alîgirên hikumeta Wîfaqê ji çavkaniyên nêzî wezîrê xwe yê hundirîn Fethî Başaxa behsa guhartina di wezaretê de ragihand û li gorî vê guhartinê dê wezîrê parastina ku Fayîz Serac piştgiriya wî dike, bi erka xwe rabe.

Ji aliyekî din ve jî serokê Misirê Abdulfettah Sîsî bi hevkarê xwe yê Fransayê Emmanuel Macron re bi rêya telefonê der bare Lîbyayê de axivî. Berdevkê serokkomariya Misirê got her du serokan têkildarî girîngiya destwerdanên nerewa ji Lîbyayê re, li hev kiriye.

)eh)