Li Tirkiyê, li beramberî Kobanê alozî

Hate ragihandin ku li Tirkiyê, li beramberî kantona Kobanê aloziyeke derket, piştî ku du kesan hewl dan sînor derbas bikin.

Li Tirkiyê, li beramberî Kobanê alozî
15 tîrmeh, 2020   13:29
KOBANÊ

Çavkaniyan ji hunirê gundê Qeremox ê 14 km dûrî rojhilatê bajarê Kobanê ye gotin, leşkerên artêşa Tirk a dagirker ev 3 roj in guleyan li du kesên ku sînor derbas kirine û asê mane direşînin.

Şêniyên gundê Qeremox destnîşan kirin ku derdora 50 leşkerên Tirkiyê û du panzêran geliyek li pêşberî gund dorpêç kirin, gule û bombe li du kesên ku di nava giha de xwe veşartibûn reşandin.

Artêşa Tirk a dagirker duh û vê sibê malên xelkên gundê li hemberî sînorê Tirkiyê dike armanc, lê wendahiyên mirovî çênebûn.

Heta niha nasmane û çarenûsa herdu kesan nehatine naskirin.

(eh)

ANHA