Çalakiya Tevgera Mezopotamiya îro li Hesekê bû

Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunera Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiya xwe ya pêşangeha wêneyan û şanoyê li bajarê Hesekê bi dawî kir.

Çalakiya Tevgera Mezopotamiya îro li Hesekê bû
Çalakiya Tevgera Mezopotamiya îro li Hesekê bû
Çalakiya Tevgera Mezopotamiya îro li Hesekê bû
Çalakiya Tevgera Mezopotamiya îro li Hesekê bû
Çalakiya Tevgera Mezopotamiya îro li Hesekê bû
Çalakiya Tevgera Mezopotamiya îro li Hesekê bû
13 tîrmeh, 2020   17:34
HESEKÊ

Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunera Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşangeha wêne û kardestiyan li bajarê Hesekê vekir. Her wiha şanoyek li ser zilma desthildaran hate pêşkêşkirin.

Pêşangeha li navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya li taxa Miftî bi beşdarbûna bi dehan şêniyan hate vekirin.

67 tablo ku berxwedana jin, xweza û êş û azarê gelê Sûriyê vedibêje hatin daliqandin, her wiha kardestiyên ku bale dikişîne ser çanda kurdî ya resen hatin danîn.

Hevserokê Komîteya Çand û Şûnwaran a bajarê Reqayê Ziyad Mihemed diyar kir ku ew bi wêneyên xwe beşdarî pêşangehê bûn. Armanca beşdarbûna wan morale welatiyan bilind bikin.

Piştre şanoyek li ser rewşa Sûriyê hate pêşkêşkirin.

Heman çalakî li navçeya Girkê Legê û bajarê Qamişloyê hatibû lidarxistin.

ANHA