7 roj muhlet dan hêzên rejîmê da ku ji gundê Mensef ê Til Temirê derkeve

Hêzên Rûs û QSD'ê 7 roj muhlet da hêzên hikumeta Sûriyê da ji gundê Mensef ê Til Temirê derkevin. Ev yek piştî astengkirina dewriyeya hêzên DYA'yê ji aliyê hêzên hikumetê ve pêk hat.

7 roj muhlet dan hêzên rejîmê da ku ji gundê Mensef ê Til Temirê derkeve
13 tîrmeh, 2020   13:26
HESEKÊ

Berî du rojan, hêzên hikumeta Sûriyê dewriyeyeke hêzên DYA'yê li gundê Mensef ê 6 km dikeve rojhilatê navçeyê sekinand, gule reşandin û mayîn li ser rêya giştî çandin.

Li ser banga hêzên DYA'yê, Mecilsa Leşkerî ya Til Temirê mudaxele kir û nehişt di navbera herdu aliyan de şer derkeve.

Duh di navbera QSD, hêzên Rûs û hêzên hikumeta Sûriyê de civîneke li baregeha Rûsyayê ya li "Mebaqir" li dar ket.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên leşkerî dane, hêzên Rûsya û QSD'ê 7 roj muhlet da hêzên hikumetê da ku ji gundê Mensef vekişe û nuqteyên xwe yên di nava sivîlan de ava kirine, rakin.

Çavkaniyên ji gelek gundên ku hêzên hikumetê lê hene diyar kirin ku hêzên rejîmê şêniyan neçar dikin li dewriyeyên DYA'yê derkevin, dema ku derbas bibin

Di civînê de hêzên hikumetê hatin hişyarkirin ku dewriyeyên QSD'ê yên li herêmê asteng dikin û li gorî lihevkirina di navbera herdu aliyan de tev bigire, ku rejîm li xetên temasê yên bi hêzên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê belav bibkin.

Her wiha ji hêzên hikumetê hate xwestin ku sivîlan li deverên xetên temas asteng nekin. Heke pirsgirêkê derketin, Buroya Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn agahdar bikin da ku li ser bisekine.

Çavkanî destnîşan ku hêzên Rûsya piştgirî da biryarên QSD'ê yên di civînê de dan û diyar kir ku hêzên hikumetê hemû biryar erê kirin.

ANHA