'Êrişên li ser bargeha Himêmîm a Rûsyayê hatin bersivandin'

Medyayên ser bi hikumeta Sûriyê ve ragihandin ku ji asîmanê bajarê Cebla yê Laziqiyê dengê teqînan hate bihîstin. SOHR'yê got, pergala parastina asîmanê ya rejîma Sûriyê bersiva balafirên bê mirov da ku xwestin êrişî baregeha Rûsyayê bike.

'Êrişên li ser bargeha Himêmîm a Rûsyayê hatin bersivandin'
11 tîrmeh, 2020   20:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Kenala'' Ekhbariya'' vê êvarê ragihand ku ji asîmanê bajarê Cebla yê parêzgeha Laziqiyê dengê gelek teqînan hatin bihîstin.

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî got, teqîn li nêzî baregeha Rûsyayê ya Himêmîmê pêk hat û ragihand ku perala parastina asîmanê ya hikumeta Sûriyê bersiva balafirên bê mirov da ku ber bi bargeha Rûsyayê ve diçû.

Derbarê bûyerê de agahiyên zêdetir nehatin dayîn.