Merasîma xiyabî ya şehîd Kawa Ristem li Qamişloyê pêk hat

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê îro merasîma xiyabî ya şehîd Kawa Ristem ê şervanê  HPG’ê li ber mala malbata wî ya li taxa Hilêliyê li dar xist.

Merasîma xiyabî ya şehîd Kawa Ristem li Qamişloyê pêk hat
Merasîma xiyabî ya şehîd Kawa Ristem li Qamişloyê pêk hat
Merasîma xiyabî ya şehîd Kawa Ristem li Qamişloyê pêk hat
Merasîma xiyabî ya şehîd Kawa Ristem li Qamişloyê pêk hat
Merasîma xiyabî ya şehîd Kawa Ristem li Qamişloyê pêk hat
Merasîma xiyabî ya şehîd Kawa Ristem li Qamişloyê pêk hat
5 tîrmeh, 2020   12:19
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Qamişloyê, endamên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, partiyên siyasî, endamên rêxistinên leşkerî û sivîl beşdarî merasîma xiyabî ya şehîd Xelîl Nesan (Kawa Ristem) bûn ku di 30’ê Gulana borî de li herêma Heftanînê ya Başûrê Kurdistanê di şerê li hember artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbû.

Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîd Kawa, şehîdên azadiyê, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, YPJ, YPC û QSD’ê hatin xemilandin .

Hevserokê PYD’ê Enwer Muslim di merasîmê de axivî û sersaxî da malbata şehîd Kawa. Muslim destnîşan kir ku dewleta Tirk di sûcên kuştin, wêrankirin û pêkanîna komkujiyan li dijî gelê azadîxwaz de berdewam e û komkujiyên Dêrsim û Paloyê yên li Bakurê Kurdistanê û rewşên kuştinê yên ku artêşa Tirk pêk tin, bi bîr xistin.

Enwer Muslim bal kişand ser ku dewleta Tirk dixwaze bi rêya komên tundraw û destwerdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Lîbyayê,  Mîsaqî Millî û  Împaratoriya Osmanî vejîne û got gel êdî li beramber planên dewleta Tirk a dagirker zana bûye. Muslim bang li gelê Tirk jî kir ku li dijî siyaset û destwerdana partiya AKP’ê ji dewletên din re bisekine û got: "Divê gelê Tirk li dijî hikumeta AKP’ê li ser xwînrijandina gelan, dengê xwe bilind bike.”

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişloyê jî endamê rêveber Mihyedîn Hesen Elî piştrast kir ku divê parastina destkeftiyên bi keda şehîdan pêk hatine, bê kirin û îşaret bi yekitiyê û hevgirtina pêkhateyan kir ku bersiva bêhempa li hember êrişên Tirkiyê ye.

Her wiha apê şehîd, Husên Neisan bi navê malbata şehîd Kawa axivî û soza şopandina rêça şehîdan heta azadiya tevahî gelan da.

Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Revîn Şêxmûs wesîqeya şehadetê xwend û redestî malbata şehîd kir.

ANHA