Şaxa Ewqafê ya Dêrikê bi meleyên mizgeftan re civiya

Şaxa Ewqafê ya bajarê Dêrikê ji bo nîqaşkirina geşedanên dawîn û pêwîstiya xurtkirina yekitiya nîştimanî li gel êrişên li dijî her çar parçeyên Kurdistanê, civînek ji meleyên mizgeftan re li dar xist.

Şaxa Ewqafê ya Dêrikê bi meleyên mizgeftan re civiya
5 tîrmeh, 2020   11:01
QAMIŞLO

Şaxa Ewqafê ya bajarê Dêrikê civîn li Mizgefta Mezin li dar xist. Mele û oldarên herêma Dêrikê û navçeyên wê tev li civînê bûn.

Gerînendeyê Şaxa Ewqafê ya Herêma Cizîrê Seîd Hesam di civînê de axivî û hewldanên yekitiyê silav kirin û got: “Di vê pêvajoyê de pêkhatina lihevkirinê di navbera partiyan de ji bo gelê me serkeftinek e. Yekitî hêz e û gelên xwedî hêz û israr nayên têkbirin. Gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xwîn û fedakariyên ciwanên xwe destkeftiyên bêhempa bi dest xistin.”

Hesam bang li oldaran kir ku li hemberî siyasetên artêşa Tirk a dagirker a ku olê bi kar tînin da ku armancên xwe li herêmê pêk bînin, berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FvpnctZjpFY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>