​​​​​​​Jinan aloziya aborî nîqaş kirin, çareserî û pêşniyar danîn

Beşdarên civîna ku Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidar xistiye, ji bo derbaskirina aloziya aborî ya ku di encama ferzkirina qanûna Qayser de çêbûye gelek projeyên xizmetguzarî, civkaî û aborî pêşkêş kirin.

​​​​​​​Jinan aloziya aborî nîqaş kirin, çareserî û pêşniyar danîn
​​​​​​​Jinan aloziya aborî nîqaş kirin, çareserî û pêşniyar danîn
​​​​​​​Jinan aloziya aborî nîqaş kirin, çareserî û pêşniyar danîn
​​​​​​​Jinan aloziya aborî nîqaş kirin, çareserî û pêşniyar danîn
​​​​​​​Jinan aloziya aborî nîqaş kirin, çareserî û pêşniyar danîn
​​​​​​​Jinan aloziya aborî nîqaş kirin, çareserî û pêşniyar danîn
​​​​​​​Jinan aloziya aborî nîqaş kirin, çareserî û pêşniyar danîn
​​​​​​​Jinan aloziya aborî nîqaş kirin, çareserî û pêşniyar danîn
​​​​​​​Jinan aloziya aborî nîqaş kirin, çareserî û pêşniyar danîn
1 tîrmeh, 2020   19:00
QAMIŞLO

 Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê celseyek bi navnîşan Qanûna Qayser û encamên wê li ser jinê-çareserî û aso li avahiya têkiliyên derve li bajarê Qamişlo lidar xist.

Komek çalakvanên jin, siyasetmedarên jin û hiqûqnasên jin tevî nûnerên jin ên Meclisa Sûriya Demokratîk, Desteya Çandinî ya herêma Cizîrê, Desteya Jin, Rêxistina Sara, Kongreya Star, Rêxistina Parve bike ya Geşepêdanê, Toreya Rêberên Aştiyê, Desteya Aborî, Meclisa Jin a Sûriyê, Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekitiya Kedkaran a herêma Cizîrê û Dîwana Meclisa Edaletê di celseyê de beşdar bûn.

Celse bi axaftina endama Koordînsayona Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Hesaf destpê kir. Ebîr bi xêrhatina beşdaran kir û destnîşan kirin ku qanûna Qayser pêvajoyek ji pêvajoyên aloziya Sûriyê tê hesibandin.

Ebîr destnîşan kir ku aloziya aborî li Sûriyê ji xetertirîn pêvajoyên ku tê re derbas bûye.

Piştre di celseya yekemîn de hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Emîne Omer semînerek girêdayî qanûna Qayser ji aliyên qanûnî, siyasî û civakî û encamên wê li ser herêmê da.

Emîne anî ziman ku qanûna Qayser ji hêla Rêveberiya Amerîkayê ve hate erêkirin û desteka her du partiyên cimhurî û demokratîk stand. Ev jî rê dide ku ceza li ser şirketên biyanî yên ku desteka tundî û çewisandinê dikin, werin ferzkirin. Her wiha karînên wezîrê derve zêde dike da ku desteka rêxistinên ku delîlan li dijî sûcdarên şer li Sûriyê kom dikin, dike. Tevî avakirina dadgehên cezayan ên taybet ji bo darizandina rejîma Sûriyê wek sûcdarek şer ku sûcên li dijî mirovahiyê pêk aniye. Diyarkirina herêmên ku demografiya wê hatine guhertin û rê li pêşiya derbasbûna biyaniyan bigire ji bo ku tev li xebatên jinûve avakirina wan herêman nebin.

DÛRAHIYA CIVAKÎ

Emîne di vî warî de îşaretpê kir ku ji ber cezayên qanûnê dê azarên gelê Sûriyê zêde bibin. Li gorî NY`î dê bi rêjeya ji sedî 80 ji gelê Sûriyê di bin xeta xizantiyê de bijîn. 

Beşdaran bi rêya mudexeleyên xwe de destnîşan kirin ku qanûna Qayser li aboriya tevahiya herêmên Sûriyê bandor kir di nav de aboriya Rêveberiya Xweser, ji ber ku beşek ji Sûriyê ye.

Her wiha anîn ziman ku gelek zehmetî li pêşberî Rêveberiyê hene. Li gel hebûna bi hezaran penaberan û koçberan ên ku bi hewcedariya alîkariyên mirovî ne. Girtina deriyê sînor ê Til Koçberê dê herêmê li pêşberî kerasetek mirovî rû bi rû bihêle.

Beşdaran bal kişand ser ku ji ber wê Rêveberiya Xweser di planek aborî yedek de difikre da ku barên welatiyan sivik bike û vê aloziyê derbas bike.

Di vî warî de yanî warê aborî de cîgira serokatiya Desteya Aborî ya herêma Cizîrê Lêman Hesno axivî û behsa ancamên aborî li ser jinê kir. Her wiha anî ziman ku çînên xizan û jin yên herî zêde bi qanûnê û aloziya heyî bandor dibin.

Lêman rave kir ku ji ber vê qanûnê dê derfetên kar kêm bibin û xwediyên kar dê vê rewşê bikar bînin û karkeran di nav de jinan bi destheqên herî kêm bidin xebitandin.

Di dawiyê celseyê de hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Emîne Umer girêdayî tedbîrên ku Rêveberiya Xweser di vî warî de girtine axivî û got: “Rêveberiya Xweser ji bo derbaskirina encamên qanûna Qayser komîteyek ji bo birêvebirina aloziya aborî ava kir. Piştre hilberîna genim ji cotkaran bi dolarê kirî. Ji ber ku hilberînek stratejîk e ku pêkanîna ewlehiya xwarinê li herêmê armanc dike. Mûçeyên kermendên xwe bi rêjeya ji sedî 150 zêde kirin. Baçên li ser kelûpelên ku ji deriyên sînor derbasî herêmê dibin rakirin. Rê li pêşiya derketina diravên biyanî girt û çavdêriya danûstandina bi diravên biyanî kir. Çavdêriya sûkan kir û bazîrganên ku derveyî lîsteyên zemhêrê difroşin muxelefe kir. Desteka aboriya jinê kir û projeyên biçûn, navî û yên girêdayî xwarinê teşwîq kirin.”

ÇARESERÎ Û NÊRÎN

Her wiha gelek pêşiyar û çareesrî ji hêla beşdaran ve hatin pêşkêşkirin da ku bigihên aliyê têkildar ên Rêveberiya Xweser. Jê teşwîqkirina projeyên xwedîkirina sewalan, projeyên di nav gundan de, piştgiriya warê çandiniyê, çandina darên berhemdar, danîna planên stratejîk ji projeyan re, piştgiriya pîşeyên madeyên xwarinê, pêşxistina hilberîna herêmî, avakirina komîteyek ji pirsporan ji bo ku rê li pêşiya bêkariyê di civakê de bê girtin, kontrolkirina sûkan, çavdêriya sûka reş da ku rê li pêşiya keysbaziyê bê girtin, teşwîqkirina çandina sebzeyan di nav malan de, lidarxistina dewreyên perwerdeyê ji jinan re, avakirina werşeyên dirûnê, peydakirina derfetên kar ji jinan re, zextê li civaka navdewletî were kirin da ku deriyê Til Koçer vebibe, zêdekirina rêjeya şirketên ku rolek di hilberînê de dilîzin.

(şx)

ANHA