Hemîd El-Ebid li hemberî polîtîkeyên birçîkirinê banga serhildanê kir

Hemîd El-Ebid destnîşan kir ku Tirkiyê li herêmên  ku dagirkirine polîtîkeyên birçîkirinê dimeşîne û bang li şêniyan kir k  li hemberî van polîtîkeyên bizanabûn, serî hildin.

Hemîd El-Ebid li hemberî polîtîkeyên birçîkirinê banga serhildanê kir
24 hezîran, 2020   05:51
EYN ÎSA

Hevserokê Meclisa kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid girêdayî serhildana şêniyên kantonê ya li dijî siyaseta Tirkiyê û çeteyên wê (bikaranîna lîreya Tirkiyê û ne başiya rewşên jiyanî) ji ANHA`yê re axivî.

El-Ebid serhildana şêniyên kantona Girê Spî ya dagirkirî ya li hember siyastên Tirkiyê silav kir û diyar kir ku Tirkiyê armanc dike şêniyan birçî bike. Di wê çarçoveyê de buhaya turika nan zêde kir û pereyê xwe ferz kir.

Meclisa herêmî ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker bûhayê her turikek nan ku ji 8 nan pêk tê kir lîryeke Tirk ku 400 lîreyên Sûrî dike.

Beriya wê turika nan bi 200 lîreyên Sûriyê bû. Li hemberî vê biryarê şênî tevî sûk girtin û daketin qadan.

Girêdayî mijarê  El-Ebid diyar kir ku ev xwepêşendan ne encama kêliya girtina biryarê ye. Lê belê encama komîserhevûna zext û sûcên Tirkiyê û çeteyên wê yên li dijî herêmê ye. Şêniyan ji ber girtina sivîlan, talankirina milkên wan û nebaşiya rewşên jiyanî gelek azar dikişînin.

El-Ebid wiha domand: "Gelê me li tevahiya herêmên dagirkirî ketine ferqa siyasta Tirkiyê. Tirkiyê bi rêya ferzkirina bikaranîna lîreya Tirkiyê li herêmên dagirkirî armanc dike wan herêman tev li axa Tirkiyê bike û nasnameya resen a Sûriyê biçewsîne."

Hevserokê  Meclisa Kantona Girê Spî ya dagirkirî Hemîd El-Ebid bang li şêniyên li herêmên dagirkirî kir ku li dijî siyasetên dagirker serî hildin û bi nasname û çanda xwe ve girêdayî bin.

Li gorî çavkaniyên ji herêmên dagirkirî, beriya xwepêşedanan, Tirkiyê di çarçoveya pêkanîna siyaseta asîmlekirina herêmê de civînên koordîneyê li kantona Girê Spî lidar xistin da ku ajanên xwe li kolan û herêmên girêdayî kantonê belav bike.

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide qanûna Qeyser a ku Rêveberiya Amerîka li dijî rayedarên hikumeta Sûriyê ferz kiriye, bikar tîne da ku dirava Tirkiyê li herêmê ferz bike. Ev jî rastî nerazîbûnên şêniyên herêmên dagirkirî hat.

şx

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FzQlCr6lKAc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>