Remziya Mihemed: Tirkiyê tovê rêxistinbûyîna jinê dike hedef

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Remziya Mihemed têkildarî êrişa hawayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê ku di encamê de yek jê endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel  3 jin şehîd bûn got:   "Tirkiyê tovê rêxistinbûyîna jinê dike hedef."

Remziya Mihemed: Tirkiyê tovê rêxistinbûyîna jinê dike hedef
23 hezîran, 2020   20:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bê mirov a bi çek (SÎHA) êrişî gundê Helîncê yê rojhilatê bajarê Kobanê kir. Di êrişa ku maleke hate hedefkirin de 3 jin şehîd bûn, yek ji endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel e.

Li ser mijarê endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Remziya Mihemed ji ANHA'yê re axivî û anî ziman ku êrişên Tirkiyê li dijî tevger û rêxistinbûyîna jinên Rojava ne. Tevî ku çeteyên DAIŞ'ê sala 2015'an li bajarê Kobanê hatin têkbiri lê ji destpêka şoreşê ve ev êriş nesekinîne.

Remziya Mihemed hedefkirina endamên Kongreya Star ê herêma Firatê şermezar kir û got: "Tirkiyê rêxistinbûyîna jina têkoşer dike hedef."

Remziya wiha domand: "Beriya niha îstîxbarata Tirkiyê li Parîsê jinên şoreşger Sakîne Cansîz û hevalên wê kirin hedef. Dîsa jî li Bakurê Kurdistanê Sêvê û hevalên wê kirin hedef. Vê carê Zehra û hevalên wê li Kobanê kirin. Hedefkirina deverên ku endamên Kongreya Star lê ne hedefkirina tova xebatên rêxistinbûyîna jinê ne."

Di berdewama axaftina xwe de Remziya Mihemed destnîşan kir ku armanca sereke ya dewleta Tirk qirkirina gelê Kurd û tunekirina hebûnê wê ye.

Remziya bêdengiya hikumeta Rûsya ya li hemberî komkujiyên ku Tirkiyê li herêmên ku nuqteyên wê lê hene şermezar kir û got: "Çawa dewleta Tirk li herêmekê binpêkirinan dike ku Rûsiya lê heye û agahiyên wê jê nine."

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Remziya Mihemed di dawiya axaftina xwe  soza mezinkirina têkoşîna azadiyê û tolhildana ji hevalên xwe da.

ANHA