Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Tirkiyê sûcên xwe li dijî jinan didomîne

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bomebaranaTirkiyê li dijî  gundê Helincê yê kantona Kobanê bi `Kiriyek sûcdar ku Tirkiyê li dijî jinan pêk tîne` wesifand.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Tirkiyê sûcên xwe li dijî jinan didomîne
23 hezîran, 2020   20:51
KOBANÊ

Balafirên artêşa Tirk a dagirker vê êvarê malek li gundê Helincê yê başûrê rojhilatê Kobanê bomberbaran kir. Di encamê de sê jin şehîd bûn.

Girêdayî mijarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya herêma Firatê daxuyaniyek ji ber cihê êrişê da.

Daxuyanî wiha ye:

`Balafirên SÎHA yên dewleta Tirk di saet 7.:30`an vê êvarê de li gundê Helinc li başûr rojhilatê bajarê Kobanê malek sivîlan bombebaran kir. Di encamê de sê jinên sivîl şehîd bûn.

Ev ne cara yekê ku artêşa Tirk a dagirker sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef. Ev êriş di çarçoveya sûcên Tirkiyê li dijî jinan de pêk hat.

Wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Firatê em vê sûca der exlaqî red dikin. Em ê bi şev û roj kar bikin da ku rastiya dewleta Tirk û sûcên wê yên faşîst li dijî jinan eşkere bikin.`

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nGFnWaYdE4M" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>