Jinên Efrînê ji bo alîkariya malbatên xwe di nav sûkan de kar dikin

Jinên Efrînê bi vîna xwe ya xurt li hember urf û adetên kevneperest û şerên dijwar ên koçberiyê li ber xwe didin. Di nav sûkan de kar dikin da ku alîkariya malbatên xwe bikin û hêvî dikin ku vegerin bajarê xwe yê dagirkirî.

Jinên Efrînê ji bo alîkariya malbatên xwe di nav sûkan de kar dikin
Jinên Efrînê ji bo alîkariya malbatên xwe di nav sûkan de kar dikin
Jinên Efrînê ji bo alîkariya malbatên xwe di nav sûkan de kar dikin
Jinên Efrînê ji bo alîkariya malbatên xwe di nav sûkan de kar dikin
24 hezîran, 2020   06:29
ŞEHBA-SÎMAV XELÎL

Li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an gelek guhertin çêbûn. Şêniyên herêmê jiyana xwe careke din bi rêxistin kir, hinek têgeh û adetên şaş ji nû ve rast kirin bi şêwazekê ku armancên şoreşê pêk bîne û civakê ber bi pêşerojeke baştir ve bibe.

Rewşa jinan li herêmê ji mijarên ku rastî pêlên guhertinê hatiye. Jinê di şoreşê de têgeha kevneşopî ya jinê li Rojhilata Navîn şikand û rola xwe ya bibandor di tevahiya waran de lîst.

Koçberên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin, di vî warî de bûne mînak.

Şert û mercên koçberiyê yên dijwar jin neçar nekirin ku dev ji şiyarbûna xwe berdin lê berovajî wê, israra xwe li ser berxwedanê li hember pêla koçberiya ji Efrînê zêde kir, berxwedana xwe domandin û li gel şertên dijwar aboriya xwe bi rê ve birin.

Melek Ebdulhenan xwediya dikana xişiran ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re axivî û got: "Dema em hatin vir, em rastî gelek astengiyan hatin. Lê me li ber xwe da. Me jiyaneke nû afirand. Jinan li vir dikanên madeyên xwarinê û cilan vekirin. Bê navber kar dikin da ku alîkariya malbatên xwe bikin."

Melek jinên Efrînê teşwîq kirin ku ji bo ku di tevahiya warên siyasî û aborî de kar bikin. Melek got ew ê li hember şertên jiyanî û aborî bi hêviya vegera Efrînê li ber xwe bidin.

Berê gelek dijwar bû ku jin di dikanan de kar bikin lê êdî ev adet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye guhertin.

Xwediyê dikana madeyên xwarinê Henîfe Tobal got: "Piştî koçberiya ji Efrînê min dikana frotina sebzeyan û madeyên xwarinê li Şehbayê vekir da ku alîkariya hevserê xwe bikin di peydakirina debara malbatê."

Henîfe bang li jinên Efrînê kir ku mîna wê bikin û projeyên biçûk vekin da ku alîkariya malbatên xwe bikin.

Bi hezaran şêniyên kantona Efrînê piştî ku artêşa Tirk a dagirker Efrîn dagir kir, ber bi kantona Şehbayê ve koçber bûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe li dijî şêniyên ku di kantonê de mane didomîne da ku wan di çarçoveya guhertina demografiya herêmê de bide koçberkirin û li şûna wan malbatên çeteyan bi cih bikin.

(şx)

ANHA