Fransayê bang li NATO‘yê kir ku li hember kiryarên Tirkiyê bê deng nemîne

Hikmueta Fransayê daxwaz ji NATO‘yê kir ku li hember kiryarên dijminane yên dewleta  Tirk bisekine.

Fransayê bang li NATO‘yê kir ku li hember kiryarên Tirkiyê bê deng nemîne
17 hezîran, 2020   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî arîşeya di navbera Fransa û Tirkiyê li ser mijara Lîbyayê de, Wezareta Parastiyê ya Fransayê bang li NATO‘yê kir ku helwestekê li hember Enqereyê bigire.

Rayedarekî fransî jî ragihand ku çênabe NATO li hember kiryarên Tirkiyê yên dawîn “serê xwe bixe bin axê”.

Heman rayedarî destnîşan kir ku NATO nikare bibêje ku pirsgirêk ji aliyê Tirkiyê ve tune ne û divê li hember wan kiryaran bê deng nemîne.