Sûcên Tirkiyê vîna jinan naşikînin

Kongreya Star a Şedadê piştrast kir ku sûcên Tirkiyê ku li dijî jinan pêk tînin ew ê têkoşîna jinan a li dijî artêşa Tirk lawaz neke, ji ber jin rihê berxwedana xwe ji kesayeta rêber Abdullah Ocalan digirin.

Sûcên Tirkiyê vîna jinan naşikînin
13 hezîran, 2020   11:53
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker hîn li dijî gelên herêmê, nexasim li dijî jinan sûcan pêk tîne û di vê der barê de Kongreya Star daxuyaniyek da.

Endama rêveber a Kongreya Star Emîra Seed daxuyanî. Di destpêka daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk ên di girtîgehan de li dijî jinan pêk tînin û li pêşberî çavên cîhanê jinan îşkence dikin, şermezar kirin.

Emîra Seed da zanîn ku sûcên dewleta Tirk a dagirker dê vîna jinan neşikînin, ji ber jin rihê berxwedan û têkoşînê ji rêber Abdullah Ocalan wergirtin û werdigirin.

Emîra Sead soz da malbatên Efrînê ku her çiqasî dewleta Tirk rêbazên hovane pêk bîne jî ew ê asta berxwedana xwe bilind bikin, ji ber ew dengvedana bakurê Sûriyê ne û ew dayikên şoreş û têkoşînê ne, lewma ew ê dev ji dozê bernedin.

Kongreya Star di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan û civaka navdewletî kir ku yekser destwerdana sûcên Tirkiyê li dijî xelkên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, bike.

Daxuyanî bi diruşmên"Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HRztbFN7Zf8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>