​​​​​​​Şêniyên Şedadê bi QSD‘ê re ne

Şêniyên Şedadê kêfxweşiya xwe ya ji ber Pêngava Tunerkirina Terorê anîn ziman û gotin ev pêngav dê ewlehiyê li herêmê mîsoger bike.

​​​​​​​Şêniyên Şedadê bi QSD‘ê re ne
10 hezîran, 2020   04:24
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) 4`ê Hezîranê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê pêngava `Tunekirina Terorê` da destpêkirin. Di pêngavê de herêmên di navbera Şedadê ya başûrê Hesekê heta bajarokên û navçeyên Dêrzorê ji şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê tên paqijkirin. Pêngav li ser daxwaz û bangawaziyên rûspiyên êlên herêmê ji bo xilaskirina wan ji şaneyên DAIŞ û şaneyên Tirkiyê yên ku hewl didin fîtne û tevliheviyê di navbera gelên herêmê de belav bikin, hat destpêkirin.

Di pêngava ku hîna berdewam e Hêzên Sûriya Demokratîk bi dehan çete û hevkarên wan girtin. Di nav de çeteyên endamên El-Qaîde hebûn ya ku li ser asta cîhanê wek rêxistinek terorîst hatiye sinifandin.

Pêngav bi elaqeyeke mezina  şêniyan hate nîşandan.

‘BI DESTPÊKIRINA ÊRIŞÊN TIRKIYÊ TEVGERA ŞANEYAN ZÊDE BÛ‘

Şêniyê bi navê Waîl El-Afer ê ji navçeya Şedadê destnîşan kir ku bi destpêkirina êrişên Tirkiyê û çeteyên wê yên li dijî herêmê re tevgera şaneyan bi awayekî mezin zêde bû. Şaneyên DAIŞ‘ê ji vê tevgerê armanc dikin ewlehiya herêmê têk bibin. El-Afer her wiha anî ziman ku şênî a bi QSD‘ê re hevkar in.

‘PÊNGAV LI SER DAXWAZA ME HAT DESTPÊKIRIN‘

 Girêdayî heman mijarê şêniyê bi navê Mihemed El-Cuma got: "Pêngav li ser daxwaza me destpê kir, armanc dike ku herêma di navbera Şedad û Dêrazorê ewle bike. Hêzên Sûriya Demokratîk DAIŞ`ê li Baxozê tune kir. Hêzê di mijara tunekirina şaneyan de yên ku xwe di nav şêniyên û beyera vala de ji Deşîşe heta El-Bû Kemal li Dêrazorê veşartine, cidî ye."

‘DEMA PÊNGAV HATE RAGIHANDIN ŞÊNÎ RIHET BÛN‘

Serokê Gerînendeya Ewqaf a Şedadê Ehmed El-Mûsa  got, pişt QSD‘ê pêngava Tunekirina Terorê ragihand şênî rihet bû û anî ziman : "Ji ber ku ev pêngav li dijî kesên bi navê olê şêniyan ditirsîn e. Her wiha li dijî kesên ku armanc dikin fitneyên di avbera pêkhateyan de derxînin û wan sor dikin da ku teqînan li sûkan û di nava sivîlan de pêk bînin."

 El-Mûsa bang li hêzên ku tev li pêngavê bûne kir ku tevahiya şaneyan û her kesê bi guman tune bikin.

Hêzên Sûriya Demokratîk qonaxa yekemîn a Pêngava Tunekirina Terorê bi dawî kir û ya duyemîn daye destpêkirin ku dabeşî sê qonxana kiriye.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/w33bMpTNYt8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>