Cenazeyên şehîd Nûjiyan û El-Idlibê li Tebqayê hatin veşartin

Bi tevlêbûna bi dehan şêniyên herêma Tebqayê cenazeyê şervana YPJ‘ê Aya Bac (Nûjiyan) û şevanê QSD‘ê Ebdulrehman El-Qasim (Ebûd El-Idlibî) li goristana Şehîdan hatin veşartin.

29 gulan, 2020   17:11
TEBQA

Bi dehan şêniyên herêma Tebqayê, tevî hêzên leşkerî cenazeyên şervana YPJ‘ê Aya Bac (Nûjiyan) û  şervanê QSD‘ê Ebdulrehman El-Qasim (Ebûd El-Idlibî) ên ku di bersivdayîna êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê şehîd bibûn, ji nexweşxaneya Wetenî ya Tebqayê wergirtin û di nava dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Rûmetê ber bi Goristana Şehîdan a Tebqayê ve bi rê ketin.

Kerwanê cenaze li goristanê ji aliyê bi dehan endamên hêzên leşkerî û ewlehî, nûnerên rêveberiya sivîl û meclisên jinan ve hate pêşwazîkirin.

Li vir şervanên YPG û Meclisa Sivîl a Tebqayê merasîmek leşkerî lidar xistin.

Piştre, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Fatima El-Mehmûd axivî, sersaxî ji malbatên şehîda re xwest û got, ew bi saya xwîna paqij a li ser ceografiya welat herikiye li pêşiya gorên pîroz ên şehîdan kom bûne.

Bi navê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê endama rêveber a meclisê, Emîra Hesen axivî û soza domandina têkoşîn û şopandina rêya şehîdan da.

Di berdewama merasîmê de bi navê Rêveberiya Sivîl a Tebqayê hevserokê Komîteya Aborî Ehmed Suleyman sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û ev tişt anî ziman: "Projeya me ya neteweya demokratîk ji tevahî cîhanê re bûye sembol. Ev proje berhemên keda keç û xortê gelê Kurd, Ereb, Suryan û pêkhateyên din e."

Piştî axaftinan, endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Zeyneb Mihemed nasnameyên herdu şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Cenazeyê şehîdan di nava diruşme û tilîliyên dayikan hatin veşartin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GtcMAkwU0Qg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>