Li Şedadê motorsîklêteke bombebarkirî hate bêbandorkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li sûka navçeya Şedadê motorsîklêteke bombebarkirî bê bandor kir.

Li Şedadê motorsîklêteke bombebarkirî hate bêbandorkirin
15 gulan, 2020   11:24
HESEKÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn motorsîklêteke bomebarkirî ku li naverasta embara bazara kolana giştî ya navçeya Şedadê ya kantona Hesekê hatibû danîn, bê bandor kir.

Îro derdora saet 12:00’an li navçeya Şedadê motorsîklêteke bombebarkirî teqiya, zirarên madî derketin holê û ev bûyer jî piştî wê pêk hat.

(eh)

ANHA