Artêşa Tirk zeviyên gundên Serzorî û Faris dişewitîne

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro agir bi zeviyên çandiniyê yên gundên Girê Spî xist.

Artêşa Tirk zeviyên gundên Serzorî û Faris dişewitîne
15 gulan, 2020   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanên ji herêmê daxuyand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şerê quta şêniyan dikin, bi wê re jî agir bi zeviyên çandiniyê xistin. Her wiha îro zeviyên gundên Serzorî  û Fariz ên gundewarên Girê Spî şewitandin.

Hê jî zeviyên cotkaran dişewite. Şênî hewl didin vemirînin lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan hedef digirin.

(fr)

ANHA