MSD`ê ji ber hewldanên pêşîlêgirtina Koronavîrusê spasiya saziyan kir

MSD’ê ji ber ku di pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa koronayê de bi karekî sereke rabûn, Meclisa Tenduristiyê û Şaredariya Gel a Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê pîroz kirin.

MSD`ê ji ber hewldanên pêşîlêgirtina Koronavîrusê spasiya saziyan kir
MSD`ê ji ber hewldanên pêşîlêgirtina Koronavîrusê spasiya saziyan kir
MSD`ê ji ber hewldanên pêşîlêgirtina Koronavîrusê spasiya saziyan kir
MSD`ê ji ber hewldanên pêşîlêgirtina Koronavîrusê spasiya saziyan kir
MSD`ê ji ber hewldanên pêşîlêgirtina Koronavîrusê spasiya saziyan kir
MSD`ê ji ber hewldanên pêşîlêgirtina Koronavîrusê spasiya saziyan kir
11 gulan, 2020   11:52
HELEB

Endamên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) serdana Meclisa Tenduristiyê û Şaredariya Gel a  taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kir û da zanîn ku însiyatîfa wan a spasiya saziyên peywendîdar bi armanca bilindkirina moralê endaman e, di heman demê de da ku îşaret bi xetereya vîrusa koronayê (Covid-19) û berpirsyariya civakê bikin.

Her wiha destnîşan kirin ku di demeke wiha de erka dikeve ser milê MSD’ê ew e ku piştgiriya saziyan bike, civakê hişyar bike û ewlehiya civakê biparêze.

MSD`ê spasname pêşkêşî Meclisa Tenduristiyê û Şaredariya Gel kir.

Li milekî din jî rêveberiyên Meclisa Tenduristiyê û Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê spasiya MSD`ê kir ku bi vê însiyatîfê rabûye.

Şaredariya Gel û Meclisa Tenduristiyê bi hevkariya Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji destpêka belavbûna vîrusê ve gelek biryarname derxistin, her wiha gelek hemleyên dezenfektekirinê dan meşandin û buhayên kel û pelan kontrol kirin.

eh

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GMZjH8f4_vw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>