Artêşa Lîbyayê: Fermandarekî girêdayî Tirkiyê hate kuştin

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku fermandarekî payebilind ê girêdayî Hikûmeta Wîfaqê hate kuştin.

Artêşa Lîbyayê: Fermandarekî girêdayî Tirkiyê hate kuştin
10 gulan, 2020   20:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Ragihandina Şer a ser bi Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ve ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter ragihand ku fermandarê feyleqa duyemîn a girêdayî hêzên Hikûmeta Wîfaqê Mihemed Hindawî hate kuştin.

Di daxuyaniya navenda Ragihandina Şer a Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê de hate gotin ku  yekîneyek "Artêşa Niştimanî" roja yekşem çalakiyeke bi bondar li derdora eniya Eyn Zara pêk hat, di çalakiyê de Hindawî bû hedef.