​​​​​​​Li Tirkiyê 50 kesên din ji ber Koronayê mirin

Hate ragihandin ku li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 50 kesên din jî ji ber şewba Koronayê mirine.

​​​​​​​Li Tirkiyê 50 kesên din ji ber Koronayê mirin
9 gulan, 2020   17:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyên dawî yên ku Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê parvekirine, di 24 saetên dawî de li Tirkiyê hezar û 546 kes bi şewba Koronavîrusê (Covid-19) ketine û 50 kes mirine.

Li Tirkiyê heya niha 137 hezar û 115 kes bi şewbê ketine û 3 hezar û 739 kes mirine.