Xwendekarên Zanîngeha Atînayê: WHO jiyana 5 milyon mirovên li Rojava paşguh dike

Yekitiya Xwendekarên Fakulteya Bijîşkiyê ya Zanîngeha Atînayê ya Yewnanistanê, hewlesta Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya dan û standina bi herêma Rojava re der barê têkoşîna li dijî Koronavîrusê de şermezar kir û wiha da zanîn: "Xuya ye ku WHO jiyana 5 milyon mirovên li Rojava paşguh dike û dixwaze tenê bi rejîma El-Esed re têkildar be.”

Xwendekarên Zanîngeha Atînayê: WHO jiyana 5 milyon mirovên li Rojava paşguh dike
27 nîsan, 2020   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Xwendekaran duh daxuyaniyek parve kir. Her wiha hejmareke partiyên siyasî yên Yewnanistanê jî daxuyanî îmze kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Em helwesta Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ya der barê belavbûna vîrusa korona ya nû (Covid-19) li Rojava şermezar dikin. Xuya ye ku WHO jiyana 5 milyon mirovên li Rojava paşguh dike û dixwaze tenê bi rejîma El-Esed re têkildar be.

WHO`YÊ BANGEWAZIYÊN HEYVA SOR A KURD PAŞGUH KIRIN

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku WHO’yê alîkariya şêniyên Efrînê yên koçber nekir û wiha hate gotin: "Li herêma Şehbayê 200 hezar koçberên Efrînê hene ku di şertên tenduristiyê yên zehmet de dijîn. Li wê herêmê ji bo xizmeta şêniyan tenê nexweşxaneyek heye, lê belê pêwîstiya wan bi alavên tendurstiyê wekî cîhazên testê, maskên tenduristiyê û cîhazên nefeskişandinê heye. Heyva Sor a Kurd û hin rêxistinên din bang li WHO`yê kir ku piştigiriya tenduristiyê bide wan, lê belê tu bersiv nehatin dayîn.”

Daxuyaniyê îşaret bi bikaranîna dewleta Tirk a ava vexwarinê di şerê xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kir û wiha dewam kir: "Li aliyekî din, li gel belavbûna şewba Koronavîrusê dewleta Tirk zêdetirî 2 milyon û 200 hezar mirovên bajarê Hesekê bê av hişt. Tirkiye rewşa heyî bi kar tîne û koronayê jî wekî çekek biyolojîk bi kar tîne, ji ber ku rewşa tenduristiyê li herêmê xirab e û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê der barê rewşê de tu helwest nîşan nedan.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "WHO û Şamê, tevî ku encama testa kesekî (53 salî) yê li nexweşxaneya Qamişloyê pozîtîf bû jî, lê belê wan ev yek veşart û heta piştî mirina wî nexweşî bi 2 hefteyan agahî da Rêveberiya Xweser. Ji ber vê yekê jiyana bi milyonan mirovên Rojava xist xetereyê.”

(cx)

ANHA