DYA: Iraq heta 26 Gulanê dikare gaz û kehrebê ji Îranê bikire

Rêveberiya Amerîkayê ragihand ku Iraqê dikare gaz û kehrebê heta 26 Gulanê ji Îranê bikire.

DYA: Iraq heta 26 Gulanê dikare gaz û kehrebê ji Îranê bikire
27 nîsan, 2020   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî berpirsekî  Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê, Amerîka ji nêz ve pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê dişopîne. Her wiha tê gotin ku Amerîka destûr daye Iraq ji Îranê kehrebe û gazê bikire.

Li gorî Reutersê, Amerîka mehek din destûr daye Iraq ku gaz û kehrebe ji Îranê bikire. Tê gotin ku dema wê jî heya 26’ê Gulanê dê bi dawî bibe.

Hêjayî gotinê ye Amerîkayê beriya niha 3 meh dabû Iraqê ku kehreba û gazê ji Îranê bikire.