Saziyên zimhêrê li herêma Cizîrê rê li pêşiya keysbaziyê digirin

Piştî qonaxa duyemîn a qedexeya derketina derv dest pê kir, komîteya zimhêrê li herêma Cizîrê bi armanca pêşîlêgirtina bilindkirina nirxên kel û pelan, gerên xwe zêdetir kirin.

Saziyên zimhêrê li herêma Cizîrê rê li pêşiya keysbaziyê digirin
Saziyên zimhêrê li herêma Cizîrê rê li pêşiya keysbaziyê digirin
Saziyên zimhêrê li herêma Cizîrê rê li pêşiya keysbaziyê digirin
23 adar, 2020   13:53
QAMIŞLO

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê (Covid-19) biryarnameyek ragihand û ji saet 06:00’an ve qedexeya derketina derve dest pê kir.

Firin, firoşgehên kel û pelan û dermanxane vekirî ne.

Komîteya Zimhêrê li herêma Cizîrê rê li pêşiya keysbazkirina biryara qedexeya derketina derve û bilindkirina nirxên kel û pelan digire.

Hevserokê Saziya Zimhêrê ya şaxê navçeya Tirbespiyê Mihemed Abdulellah destnîşan kir ku komîteyê gerên xwe zêde kirine û rê li pêşiya keysbazkirinê digirin. Abdulellah bang li welatiyan kir ku dema gilî û gazinên wan der barê xwedanên dikanan de hebe, serî li saziyê bidin.

Mihemed Abdulellah diyar kir ku wan beriya 2 rojan xwedanên dikanan hişyar kirine û gotine divê nirxên kel û pelan werin daliqandin, îro jî ji saetên sibê de gerên xwe zêde kirine û kesên nirxên diyarkirî binpê bikin, dê werin cezakirin.

Welatiyê bi navê Yusif Murad got nirxên hin kel û pelan zêde bilind bûne, di vê derbarê de gera Komîteya Zimhêrê xizmeta welatiyan dike û spasiya wan dikin. Her wiha welatiyê bi navê Xalid El-Hisên bal kişand ser ku hin dikanên biryara qedexeya derketina derve keysbaz dikin, lewma bang li Komîteya Zimhêrê dikin ku rê li pêşiya bilindbûna nirxên kel û pelan bigirin.

(eh)

ANHA