Şêniyên Efrînê şehîdên xwe bi bîr anîn

Şêniyên herêma Efrînê di salvegera duyemîn a dagirkirin Efrînê de şehîdên xwe bi bîr anîn.

Şêniyên Efrînê şehîdên xwe bi bîr anîn
Şêniyên Efrînê şehîdên xwe bi bîr anîn
Şêniyên Efrînê şehîdên xwe bi bîr anîn
Şêniyên Efrînê şehîdên xwe bi bîr anîn
17 adar, 2020   17:01
ŞEHBA

Bi rasthatina salvegera duyemîn a dagirkirina kantona Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, bi dehan şêniyên herêma Efrînê serdana goristana Şehîdan a li navçeya Fafînê kirin. Şêniyan wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, şehîdên komkujiya Til Rifet û gundê Eqîbê li goristanê danîn û mûm li ser gorên wan vêxistin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyaniyek hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser êriş û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêma Efrînê û hate gotin: "Hovîtiya wan gihişt wê astê ku çekên NATO û yên qedexekiriî li dijî sivîlan bi kar bînin. Dayikan di oxira doza azadiyê û bersivdayîna êrişan kezebên xwe dan. Di encamên van êrişan de şênî neçar man li cihekî ewle li herêmên Şehbayê bigerin. Ne deverên dîrok û şûnwar û ne jî gorên şehîdan ji binpêkirinên dagireran bê par neman."

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çand û perwerdeya biyanî li kantona Efrînê hatine ferzkirin û hate destnîşankirin ku tevî azarên koçberiyê û berdewama komkujiyên mîna Til Rifetê ku di encamê de 8 zarok bûne qurbanî, şênî ji mafê xwe yê vegera li jiyaneke bi rûmet li ser xaka xwe ya dîrokê paşde venegeriya.

Meclisa Malbatên Şehîdan di dawiya daxuyaniyê de got: "Em Meclisa Malbatên Şehîdan ji bav, dê, hevjîn, xwişk û bîra û zarokên şehîdan şehîdên xwe yên qehreman bi bîr tînin, em ji bo rizgarkirina welatê xwe û serkeftina gelê xwe fedayî ne. Bi yek dengî em bang dikin sonda me têkoşîn e, em ê asta şoreşa avakirina civaka exalq û polîtîk bilind bikin. Ji ber fedekariyên ku me kirine em bang li rêxisitnên hiqûqî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku bêdeng nemîne û erkên xwe li gorî pîvanên navdewletî pêk bînin û zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku ji hemû herêmên dagirkirî derkevin û Erdogan wekî sûcdarê şer darizînin."

Piştî xwendina daxuyaniyê diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin berzkirin.

ANHA