Ji bo bîranîna şehîdên Serhildana Qamişlo mûm hatin pêxistin

Ji bo bîranîna şehîdên Serhildana Qamişlo ya 12‘ê Adara 2004‘an, şêniyên bajarê Qamişlo li kolanan mûm pêxistin.

Ji bo bîranîna şehîdên Serhildana Qamişlo mûm hatin pêxistin
11 adar, 2020   18:45
QAMIŞLO

Sibe salvegera 16‘an a Serhildana Qamişlo ye ku zêdeyî 35 kes ji ber destê partiya Baas hatin şehîdxistin. Ji bo bîranîna şehîdên serhildanê şêniyên bajarê Qamişlo li kolanan mûm vêxistin.

Çirûska serhildana 12‘ê Adara 2004‘an li bajarê Qamişlo dest pê kir û li herêmên Rojava, Şam û Helebê belav bû. Hêzên rejîma Sûriyê di çarçoveya lîstika futbolê de ya di navbera tîma Cîhad a ji Qamişlo û tîma Fitiwê ya ji Dêrazorê  ya li stada Beledî ya bajarê Qamişlo rejîma Baas û hin kesên şofonist ên girêdayî wê xwestin fitneyê di navbera Kurd û Ereban de derbixin. Li dijî van siyasetan gelê Kurd li seranserî Sûriyê rabûn serhildanan, hêzên ewlehiyê yên dewletê li dijî serhildêran tundî bi kar anîn, di encamê de zêdeyî 35 kes hatin şehîdxistinû bi dehan jî birîndar bûn, her wiha bi hezaran hatin girtin.

ANHA