Şandeya Desteya Xiristiyan serdana Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê kir

Bi perspektîfa Patrîkana Dêran a Şamê şandeya Desteya Xiristiyan a bi nûnertiya dêr û partiyan, serdana Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê kir.

Şandeya Desteya Xiristiyan serdana Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê kir
11 adar, 2020   13:26
QAMIŞLO

Şandeya Desteya Xiristiyan bi serokatiya Ezîz Ehya serdana Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê li navçeya Amûdê kir. Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Husên Ezam, Arya Mela Xelef û hevserokê Meclisa Rêveber Talet Yûnis pêşwaziya şandeyê kir.

/kr/uploads/files/2020/03/11/132801_qam-heyetek-ji-komisyona-xiristiyana-1.webp

Her du aliyan di civînê de bal kişand ser pêwîstiya gihandin û hevkariyê di navbera deste û Rêveberiya Xweser a Demokratîk de, da ku bigihîjin encamên çareserkirina pirsgirêkên li herêmê û xebata hevkar a derbaskirina wan di vê merhaleya hesas de.

Serdan li ser daxwaza patrîkanê suryanên katolîk ên Antakyayê li Şamê, patrîk Saint Ignatius Yûsiv ê Sêyemîn pêk hat.

 (fr)

ANHA