Li Hesekê şahiya 8`ê Adarê bi beşdariya bi hezaran ji jinan dest pê kir

Bi beşdarbûna bi hezaran jinên ji pêkhateyên kantona Hesekê, şahiya 8`ê Adarê li bajarokê Til  Bêdir dest pê kir.

Li Hesekê şahiya 8`ê Adarê bi beşdariya bi hezaran ji jinan dest pê kir
Li Hesekê şahiya 8`ê Adarê bi beşdariya bi hezaran ji jinan dest pê kir
Li Hesekê şahiya 8`ê Adarê bi beşdariya bi hezaran ji jinan dest pê kir
8 adar, 2020   10:03
HESEKÊ

Şahiyê bi rêzgirtinê û sirûda Ey Reqîb dest pê kir. Bi hezaran jinên kantona Hesekê, hevseroka Kantona Hesekê Semir Abdullah û şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî şahiyê bûne.

Cihê şahiyê, bi al û sembolên kurdî, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, ala Kongreya Star û YPJ`ê hate xemilandin.

Tê payîn ku daxuyanî bi boneya 8`ê Adarê bi zimanên kurdî, erebî û suryanî were xwendin. Kurdî wê ji aliyê berdevka Kongreya Star a Kantona Hesekê Evin Başo, daxuyaniya bi zimanê erebî ji aliyê hevseroka Meclisa Kantona Hesekê û bi zimanê suryanî jî wê ji aliyê Meryam ve were xwendin.

Şahî dewam dike.

(kc)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nzFHAlm9EBw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>