Bi boneya 8’ê Adarê li kantona Şehbayê şahî

Bi beşdariya bi hezaran jinan şahiya 8’ê Adarê li gundê Meret El-Mislimiyê yê navçeya Ehdas a kantona Şehbayê dest pê kir.

Bi boneya 8’ê Adarê li kantona Şehbayê şahî
Bi boneya 8’ê Adarê li kantona Şehbayê şahî
Bi boneya 8’ê Adarê li kantona Şehbayê şahî
Bi boneya 8’ê Adarê li kantona Şehbayê şahî
8 adar, 2020   09:53
ŞEHBA

Îro bi hezaran şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê berê xwe da cihê şahiya 8’ê Adarê ya li gundê Meret El-Mislimiyê yê navçeya Ehdas a kantona Şehbayê da ku beşdarî şahiyê bibin.

Şahiyê bi meşa Yekitiya Jinên Ciwan ji kolana sereke ber bi Meret El-Mislimiyê ya navçeya Ehdas ve ku cihê şahiyê ye, dest pê kir.

Qada şahiyê bi wêneyên Arîn Mîrkan, Barîn, dayika Eqîde, Hevrîn Xelef, wêneyên têkoşerên Berxwedana Serdemê û YPJ’ê hat xemilandin. Her wiha alên Kongreya Star, Yekitiya Jinên Ciwan û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatin hildan. Tişta herî balkêş a şahiya îsal, lixwekirina jinan a cilên kurdî yên folklorik e.

Bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" beriya çend kêliyan şahiya Roja Jinan a Cîhanê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên der barê 8’ê Adarê de hatin xwendin.

Dûre nameya Kongreya Star der heqê Roja Jinan a Cîhanê de ji hêla endama rêveber Zelûx Seydo ve hat xwendin. Her wiha dê endama rêveber a Yekitiya Jinan a Azad a Şehbayê Narîman Husên biaxive.

Dê şahî bi pêşkêşkirina stranan ji hêla Tîma Şehîd Mizgîn a girêdayî Hîlala Zêrîn ve berdewam bike, her wiha dê Tîma Şehîd Barîn a girêdayî Hîlala Zêrîn şanoyekê bi navê "Jin jiyan e, jiyanê nekujin" pêşkêş bike û piştre dê ji hêla Tîma Şehîd Viyan Soran ve dîlan bê gerandin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BuFR4tKN--I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>