QSD: Di bersivdayîna êrişa li ser rêya M4 de 2 çete hatin kuştin

QSD’ê ragihand ku 4’ê Adarê çeteyan hewl da êrişî rêya M4 û gundên derdorî wê bike. QSD’ê ragihand ku di bersivdayîna hêzên wan de 2 çete hatine kuştin.

QSD: Di bersivdayîna êrişa li ser rêya M4 de 2 çete hatin kuştin
5 adar, 2020   14:32
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê daxuyaniyek nivîskî da û ev agahî parve kir: “Di roja 4’ê Adarê de komek çeteyên dagirker xwestin êriş bibin li ser rêka M4 a navdewletî û gundên derdora wê. Di encama bersivdayina hêzên me de şerekî demkurt qewimî. Di vê şerî de 2 çete hatin kuştin. Her wiha şervanekî me bi awayek sivik brîndar bû.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên bi çekên giran bi çekên giran li ser rêka M4 a navdewletî û gundên derdora wê bi awayek bênavber berdewam dikin.”