Amedekariyên Kevana Zêrîn ji bo şahiya 8`ê Adarê

Tevgera Kevana Zêrîn ji bo 8`ê Adarê amedariyên xwe dike. Perwerdeyên xwe li ser dîlan, stran û şano zêde kirin.

Amedekariyên Kevana Zêrîn ji bo şahiya 8`ê Adarê
Amedekariyên Kevana Zêrîn ji bo şahiya 8`ê Adarê
Amedekariyên Kevana Zêrîn ji bo şahiya 8`ê Adarê
Amedekariyên Kevana Zêrîn ji bo şahiya 8`ê Adarê
Amedekariyên Kevana Zêrîn ji bo şahiya 8`ê Adarê
Amedekariyên Kevana Zêrîn ji bo şahiya 8`ê Adarê
4 adar, 2020   14:42
ŞEHBA

Jinên Efrînê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li kantona Şehbayê di sala duyemîn  de dûrî warên xwe pêşwazî dikin. Tevgera Kevana Zêrîn amadekariyên xwe ji bo wê dike.

Komên şehîd Berçem, şehîd Hîva yên stran yên ku ji 17 endaman pêk tên û komên dîlanê yên şehîd Viyan Soran û şehîd Mizgîn ên ku ji 16 endaman pêk tên, perwerdeyên xwe dimeşînin ji bo ku tev li şahiyên 8`ê Adarê bibin û berhemên xwe yên hunerî pêşkêş bikin.

Ji aliyê xwe ve koma şehîd Barîn a şano wê şanoyên girêdayî berxwedana jinê û tundiya li dijî wê pêşkêş bikin.

Girêdayî mijarê endama Tevgera Kevana Zêrîn Zîlan Sîdo destnîşan kir ku komên dîlan û stranê ji du mehan ve dest bi perwerdeyên xwe kirine û bi awayekî baş berdewam in û got: "Em ê hewl bidin di wê rojê de berhemên hunerî xweşik pêşkêş bikin."

(şx)

ANHA