Li herêma Xera ya Çiyayê Kizwanan navendeke tenduristiyê hat vekirin

Komîteya Tenduristiyê ya kantona Hesekê bi hevkariya Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê navendeke tenduristiyê li herêma Xera ya Çiyayê Kizwanan vekir.

Li herêma Xera ya Çiyayê Kizwanan navendeke tenduristiyê hat vekirin
Li herêma Xera ya Çiyayê Kizwanan navendeke tenduristiyê hat vekirin
Li herêma Xera ya Çiyayê Kizwanan navendeke tenduristiyê hat vekirin
Li herêma Xera ya Çiyayê Kizwanan navendeke tenduristiyê hat vekirin
Li herêma Xera ya Çiyayê Kizwanan navendeke tenduristiyê hat vekirin
4 adar, 2020   14:25
HESEKÊ

Bi hewldana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya pêşketina beşa tenduristî û dabînkirina piştevaniya tenduristî ji tevahî şêniyan bi taybet gundewaran, Komîteya Tenduristiyê ya kantoan Hesekê bi hevkariya bi Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cirîzê re navendeke tenduristiyê li herêma Xera ya Çiyayê Kizwanan vekir.

Navend ji gelek beşan mîna beşên lezgîn, dermanxane, zarok û hwd pêk tên, dê xizmeta zêdetirî 140 gundan bike.

Merasîma vekirinê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Komîteya Tenduristiyê ya kantona Hesekê Rojîn Husên û cîgirê Desteya Tenduristî ya Herêma Cizîrê Mihemed Xelef axivîn.

Axêveran vekirina navendê li şêniyên herêmê pîroz kir û diyar kir ku ev pêngaveke erênî ye dê xizmeta şêniyan bike û herêmê ji tevahî aliyên jiyanî ve piştî bi salan hatibû paşguhkirin, bi pêş bixe.

Axêveran piştrast kir vekirina mîna van navendan ku xizmeta sivîlan dike, pir girîng e, bi taybet ji bo şêniyên gundewaran ku rûbereke dirêj qut dikin da ku bigihînin nexweşxaneyan.

Fatme Mela Xidir diyar Şehîd Miheme û Şemse Qitban hevjîna şehîd Elî deriyê navendê vekir.

Her du şehîdên bi navên Mihemed û Elî di hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûbûn.

(fr)

ANHA