Koçberên Idlibê: Gel berdêla nakokiyên navneteweyî dide

Koçberê ji Idlibê yê bi navê Malik Absî El-Abras û gihiştiye herêmên Rêveberiya Xweser got: “Me mal û milkên xwe li pey xwe hiştin. Herêm bûye qada nakokiyên navneteweyî yê ji bo  hegemoniyê. Lê yê ku berdêla van nakokiyan dide gelê sivîl e.”

Koçberên Idlibê: Gel berdêla nakokiyên navneteweyî dide
1 adar, 2020   06:45
MINBIC-SELWE EBDULREHMEN

Li herêma Idlibê şerên dijwar di navbera hêzên rejîma Sûriyê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî  wê de rû didin.

Gelên herêmê berdêla vî şerî didin.

Ji ber wan şeran bi hezaran sivîl ji warên xwe ber bi sînorên Tirkiyê ve yên girtî ve koçber bûn. Heta niha sivîlek derbas nebûye. Hinekan berê xwe dan herêmên Rêveberiya Xweser.

Bi sedan malbat gihaştin herêmên Rêveberiya Xweser. Ew koçber têne pêşwazîkirin û ji kampan re têne veguhestin. Yek ji van malbatan jî malbata koçberê bi navê Malik Absî El-Abras (26) e. Bi xwe ji gundê El-Ramî ji Çiyayê El-Zawiye li başûrê Idlibê ye û bavê zarokekî ye.

El-Abras dibêje: "Em ji topbarana li dijî herêmên me, reviyan. Tirkiye bi koordîneya  Cehbet El-Nusra  bi êvaran derbasî gundan dibin û bi sibê  radestî rejîma Sûriyê dikin. Rêya tekane ew bû ku em ber bi herêmên ewle ve birevin. Me ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewletir nedît."

Girêdayî danûstandinên çeteyan bi sivîlan re El-Abras got: "Rewş nayê wesifandin. Herêm bi giştî bûye topek ji agir. Gel tenê qurbana wan nakokiyan e."

Li gorî El-Abras çeteyan nahêlin şênî ji bilî herêmên di bin dagirkirina Tirkiyê de mîna Ezaz, Efrîn û Babê biçin deverek din. Ji ber wê malbata El-Abras bi dizîka di nav zevî û daran ji herêmê reviya.

Li gorî gotinên El-Abras lêçûna rêwîtiya revî derdora 250 hezar lîreyên Sûriyê bû li beramberî ku bendên kontrolê derbas bikin û wesayîtên veguhestinê kirî bikin.

Li gel vê rewşê Tirkiyê sînorên xwe li hember koçberên ku li ber du berbijarkan mane yan mirin an jî mayîn girtine. Yan wê rêyên din bi kar bînin ji bo ku ji Idlibê ber bi herêmên din ên Sûriyê derkevin. Yê ku hewl dide sînorên Tirkiyê derbas bike, yekser ji hêla leşkerên Tirkiyê ve têne hedefgirtin.

Koçberê bi navê Ehmed Mihemed (32) ji gundewarên Idlibê ye. Mihemed rewşa Idlibê bi gelek trajedîk wesifand ji ber ku şer û topbaran ne bi şev û ne bi roj ranaweste.

Mihemed nikarî tiştek bi xwe re bîne girêdayî wê dibêje: "Em li ser erdê razan. Ruxmî wê jî li Ezazê çeteyan heya 3 rojan em girtin. Ji ber ku pere bi me re tune bûn ku bidin çeteyan li ser bindên kontrolê heta ku derbasî  bibin û xwe bigihînin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6l8vQfO21U8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>