Leyla Guven: Ji hemû pêşketinên li Îmraliyê dewlet berpirsyar e

“Divê demildest hevdîtinek bê kirin û di derbarê şewatê de daxuyaniyek têrker ji raya giştî re bê.” dayîn.

Leyla Guven: Ji hemû pêşketinên li Îmraliyê dewlet berpirsyar e
1 adar, 2020   06:42
NAVENDA NÛÇEYAN- CÎHAN BÎLGÎN

Di 27’ê vê mehê de agir bi girava Îmralî ya ku Rêber Abdullah Ocalan lê girtiye, ket. Heta niha ji nûnerên dewleta Tirk a dagirker û nûnerên CPT’yê di derbarê rewşa Rêber Ocalan de tu daxuyanî nehatiye dayîn. Gele Kurd û dostên wan ji bo ku di derbarê rewşa tenduristî û ewlehiya Rêber Ocalan de agahiyên zelal bên eşkere kirin di nava çalakiyan de ne.

Herseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera Pariya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Gûven şewata li Îmraliyê û girêdana wê ya bi pêvajoyê re ji ajansa me re nirxand.

REWŞA HEWAYÊ DIDE NÎŞAN KU DERKETINA AGIR NE JI RÊZÊ YE

Leyla Gûven di destnîşan kir ku derketina şewata li girava Îmraliyê ne bûyerek ji rêzê ye û got: “Wek Birêz Ocalan jî diyar kiribû ku girava Îmralî wek giravek taybet hatiye hilbijartin. Dewletê li giravê tedbîr û kiryarên taybet sêwirandine. Tedbîrên wisa tên girtin ku 24 saetan bi her şêweyî di bin çavdêriyê de ye. Eger li giravê pelek jî bi heje di wê wextê de agahiya dewletê pê çêdibe. Ji ber wê jî her bûyer an jî tiştê li wir çêdibe bi dewletê ve girêdayî ye. Derketina vê şewatê û îzaha wê jî pir watedar e. Di rojek zivistanê de ku hêmek pir û baran heyî, agirê ku hatiye îdeakirin ji temasa elektrîkê derketiye, ne mimkune ku pir belav bibe. Ji ber ku her tişt şil e. Girav havînê jî pir bi hême û belavbûna agir ne mijara gotinê ye. Ji ber van sedeman jî em nafikirin ku ev şewat bûyerek ji rêzê ye.”

‘RASTHATINA ŞEWATÊ BI SALVEGERA PEYMANA DOLMABAHÇE RE WATEDAR E’

Leyla Gûven diyar kir ku mejiyê dewletê di salên dawî de her zilm û dagirkeriya ku li ser Kurdan dide meşandin, rastî rojên ku ji Kurdan re giringin tîne. Leyla axaftina xwe wiha domand:

“Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ku bi dewletê re ketibûn nava diyalogan, peymana Dolmabahçe xelak herî giringe. Pirsgirêka Kurd a ku bi salan dewlet bi înkar û îmhayê nêzîk dibûyê, cara yekem bû ku pêşketina wiha çêbibû. Li xala ku lutkeya dewletê lê bû, peymanek bi 10 madeyan bi heyeta dewletê re hat xwendin. Ev pêngavek dîrokî bû. Bê guman hetta ku gihiştin wê pêngavê gelek ked hatin dayîn. Ji vana keda herî giring û binirx, keda ku Birêz Ocalan xistibû holê bû. Mixabin, ev keda ku Birêz Ocalan li ser ponijîbû ji aliye dewletê ve hat pûç kirin. Em niha hîn baştir fêmdikin ku dewlet bi tu şêweyan rastgo nêzîkî pirsgirêkê nebû. Her tim komplo û tektîka mijûlkirinê da meşandin. Di demek herî kurt de jî ji qedemeya herî jor a dewletê hat ragihandin ku ew peymana Dolmabahçe nas nakin. Ev şewat rojek beriya 28’ê Sibatê derket, ev dîrok pir watedar e. Çi li wir çêdibe, çima wê rojê şewat derdikeve? Divê ev hemû werin lêpirsîn. Mejiyê dewletê, di salên dawî de her zilm, komkujî û dagirkeriya li ser Gelê Kurd, di rojên ji bo Kurdan giring de pêk tîne. Êrişên li ser Rojava jî di 9’ê Cotmehê de hatin destpêkirin. Wek vê gelek tişt bi taybet tên xistina rojên ku ji Kurdan re hesas in. Bi vî şêweyî dixwazin hesasiyetên Kurdan bikin hedef.”

 ‘KURD DÊ HER BERDÊLÎ BIGIRIN BER ÇAV’

Leyla anî ziman ku dewleta Tirk bi polîtîkayên ku li ser Rêber Ocalan dide meşandin, Kurdan diceribîne. Leyla Gûven, “got, dewleta Tirk hertim heman taktîkê dide meşandin” û wiha dirêjî da nirxandinên xwe:

“Dema ku di sala 1999’an bi komployek navnetewî Rêber Ocalan anîn Tirkiyê, gelê Kurd li her cihî got ‘Hun nikarin roja me tarî bikin’ û agir berdan canê xwe. Bi gelek şêwazên din girêdana xwe ya bi Rêber Ocalan re îfade kirin. Êdî tê fêmkirin û zanîn ku Birêz Ocalan ji bo Kurdan çi îfade dike. Niha li Tirkiyê bi faşîzma AKP-MHP’ê re alozî û krîzek tên jiyîn. AKP difikire ku, ji ber polîtîkayên qirêj ên li ser Kurdan dide meşandin Kurd tirsiyane, çewisîne û xwedî li nirxên xwe dernakevin. Dixwaze wisa bide têgihandin. Lê ev yek qet ne wisan e. Kurd hîn jî ew mirovên ku xwedî li nirxên xwe derdikevin û ji bo vê jî her berdêlî didin ber çavane. Ji ber vê jî divê demildest hevdîtinek bê kirin û di derbarê şewatê de daxuyaniyek têrker ji raya giştî re bê dayîn. Di vê mijarê de em ê jî tişta ku ji destê me tê bikin û vê pêvajoyê bidin lezandin.”

‘PÊWÎST NAKE KU DEWLETA TİRK GELÊ  KURD BİCERİBÎNE’

Leyla Gûven daxuyand ku nêzîkatiyên dewleta Tirk li hember Birêz Ocalan ji bo Kurdan pir giringe û wiha pêde çû: “Gelê Kurd Birêz Ocalan wek rêberê xwe dibînin û bi wî şêweyî nêzîk dibin. Gelê Kurd Birêz Ocalan wek rêberekî ku rih da gelekî ku tê înkarkirin, nasname, çand û hebûna wî tê înkarkirin, ji nûve ew gel ji mirinê rakir ser piyan û rih da wî gelî, dibînin. Ji ber wê jî nêzîkatiya bi Birêz Ocalan re ji bo Kurdan pir giringe. Ji ber van sedeman jî pêwîst nake ku dewleta Tirk careke din vê test bike. Kurd, tiştên ku bi Birêz Ocalan tên kirin, wek ku li wan hatibe kirin dibînin. Ji ber ku rastiya gelekî ku xwe di kesayetiya wî de avakiriye, heye. Ji bo rastiya gelekî ku bi îdeolojî û felsefeya wî re derket ser dika cîhanê, got ez heme, bi hebûna xwe ya xweser rabû ser piyan, heye. Ji ber vê jî nêzîkatiya li hember Birêz Ocalan ji bo gelê Kurd pir giringe.”

‘DIVÊ DEMILDEST AGAHÎ JI BIRÊZ OCALAN BÊ GIRTIN’

Leyla Gûven di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku li rexma bêhiqûqiya ku li girava Îmraliyê tê meşandin, di serî de CPT, NY, YE tenê wek temaşevan dibînin û wiha got: “Ev saziyên ku hevkarên komploya navnetewîne û bi hev re plankirine, heta niha bi çi awayî kiryarek evqas dijdemokrasiyê nexistine rojeva xwe. Di vê mijarê de pêngavek wek mirovan navêtine. Divê demildest agahî ji Birêz Ocalan bê girtin. Divê rewş û tenduristiya Birêz Ocalan û hersê hevalên din bi raya giştî re bê parvekirin û demildest ji wir bên veguhêstina cihek din.

Di giravek ku riskek wiha lê heyî de, nayê pejirandin mirovek ku gelek jê re dibêje ‘Rêberê min’ lê were girtin. Divê were veguhêstina cihek hîn ewletir.”

(bm)

 ANHA