Rêveberiya Xweser deriyê Sêmalka girt

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya belavokekê ku Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav kiriye, biryar da deriyê Sêmalka ji dîroka 1-3-2020`an ve bigire. Sedem tedbîra li hemberî belavbûna vîrusa Coronayê ye. 

Rêveberiya Xweser deriyê Sêmalka girt
27 sibat, 2020   15:29
REQA

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryar da ku wê deriyê Sêmalka bi başûrê Kurdistanê re heya demeke nediyar bigire.

Di biryara Rêveberiya Xweser de ya bi hejmar 15 ev tişt hate gotin:

Li gorî rapora Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hejmar 27 di dîroka 27-2-2020`an de û li gorî pêwîstiyên berjewendiya giştî hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev biryar dan:

Deriyê Sêmalka bi herêma Kurdistanê re ji 1-3-2020`an ve bi temamî heya demek ne diyar tê girtin. wek tedbîrek ji bo ku rê li pêşiya belavbûna nexweşiya Corona li herêmên Rêveberiya Xweser were girtin.

Ev biryar heya dema kontrolkirina vîrûsê û derbaskirina wê derbasdar e.

Derî wê bi rêya biryara hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were vekirin.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser girtekên hişyarî girtibûn. Kesên dihatin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya nuqteyên xwe ezmûn dikirin. Heta ku piştrast bibin ku bi vîrûsa Corona ne nexweş in.

(şx)

ANHA