​​​​​​​Şêniyên Til Hemîsê xwest rewşa Ocalan bê eşkerekirin

Şêniyên navçeya Til Hemîsê daxwaza eşkerekirina rewşa tenduristiya Ocalan û hevdîtina bi parêzeran re kir, her wiha soza berdewamkirina têkoşînê heta azadkirina Ocalan dan.

​​​​​​​Şêniyên Til Hemîsê xwest rewşa Ocalan bê eşkerekirin
27 sibat, 2020   13:35
QMAIŞLO

Piştî bihîstina agahiyên der barê şewata li girava Îmraliyê de bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê tevî endamên saziyên sivîl li pêşiya Meclisa Gel a navçeyê kom bûn. Şêniyan wêneyên Abdullah Ocalan rakirin.

Heserokê Şaredariya Navçeya Til Hemîsê Hiyal El-Xiwêr daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:  

“Hevalên hêja, îro me agahiya şewata li girava Îmraliyê bihîst ku rêber Abdullah Ocalan lê tê girtin. Wek şênî û saziyên Til Hemîsê, em daxwaza eşkerekirina detayên şewatê û rewşa Ocalan dikin. Her wiha divê destûr bê dayîn ku parêzerên Ocalan muwekîlê xwe bibînin. Em soz didin ku heta azadkirina rêber Ocalan em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."

Daxuyanî bi dirûşmên ji bo azadiya Ocalan bi dawî bû.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nmT5V_3KcJ8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>