Parêzerên Ocalan: Divê em demildest biçin Îmraliyê

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan têkildarî şewata li girava Îmraliyê diyar kir ku divê ew demildest biçin Îmraliyê û hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin.

Parêzerên Ocalan: Divê em demildest biçin Îmraliyê
27 sibat, 2020   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

 

Piştî ku eşkere bû li Girtîgeha Îmraliyê şewat derketiye ku rêber Abdullah Ocalan lê girtî ye, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya wiha ye:

"Di çapemeniyê de hate ragihandin ku 27'ê Sibata 2020'an li girava Îmraliyê şewat derketiye. Ji ber ku serlêdanên me yên ji bo hevdîtinê ji 7'ê Tebaxa 2019'an û vir ve tên astengkirin, haya me ji muwekîlê me yê li girava Îmraliyê nîn e. Ji ber vê yekê li ser mijara şewatê agahiya me nîne û me ji çapemeniyê agahî wergirtine. Ji bo em rewşa tenduristiyê ya muwekîlê xwe hîn bibin û fikarên me ji holê rabin, me serî li Wezareta Edaletê û Serdozgeriya Komarêya Bûrsayê dan ku tavilê em karibin hevdîtinê bikin. Em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Divê her kes bi rengekî cidî nêzî her nûçeyên têkildarî şert û mercên tecrîdê tên weşandin bibin. Divê em tavilê biçin Îmraliyê."

Piştî şewata li daristanê parêzer Îbrahîm Bîlmez, Raziye Tûrgût, Rezan Sarica û Mazlûm Dînç ji bo karibin rêber Abdullah Ocalan bibinin, careke din serlêdan kir.