Desteya Tenduristiyê: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu kes bi Koronayê neketiye

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mustefa destnîşan kir ku heta niha tu kes li herêmê bi nexweşiya Koronayê neketiya û diyar kir ku ew tedbîrên pêwîst ji bo nexweşiyê digirin.

Desteya Tenduristiyê: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu kes bi Koronayê neketiye
26 sibat, 2020   13:12
QAMIŞLO – ŞÎNDA EKREM

Desteya Tenduristiyê û Desteya Hundirîn li hemû deriyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi tedbîrên pêwîst ji bo ku nexweşiya vîrusa Koronayê belav nebe, kir.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mustefa têkildarî tedbîr, şêwazên ku çawa mirov xwe biparêze dema kesek bi vê nexweşiyê bikeve, perspektîfên ji welatiyan re ku çawa xwe ji nexweşiyê biparêzin, axivî.

Ciwan Mustefa di destpêka gotina xwe de ev tişt anî ziman: "Piştî vîrusa Koronayê li Çînê derket û li gelek dewletên din belav bû û piştî wê gelek dewletên Rojhilata Navîn, me wek Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi tedbîrên pêwîst kir da ku rê li pêşiya belavbûna vê nexweşiyê li herêmên me bigirin û di nava welatiyan de belav nebe, ji ber ku pir xeternak e û bi taybet ku heta niha tu derman ji bo wê çênebûne."

Mustefa destnîşan kir ku wan nuqteyên tenduristiyê li hemû deriyên sînor ên bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ava kirine, her wiha hemû tedbîrên ji bo nexweşî belav nebe girtine û hemû kesên ji derve derbasî herêmê dibin têne kontolkirin.

Der barê hişyarkirina welatiyan ji bo nexweşiya vîrusa Korona Mustefa wiha got: "Me dest bi belavkirina belavokên ku çawa mirov xwe ji nexweşiya Koronayê biparêze, kir."

Mustefa diyar kir ku belavokên têne belavkirin sedemên ku mirov bi nexweşiya Korona dikeve, şirove dike û wiha axivî: "Nexweşî mîna grîpê dest pê dike. Destpêkê rêjeya germahiya laş zêde dibe (disincire), kuxik, qirika mirov iltîhab digire, serî diêşe, vereşandin û nava mirov diçe. Li vê derê mirov dikare ji welatiyan re bêje çawa xwe ji nexweşiyê biparêzin ku li deverên ku qerebalix lê zede be, kom nebin û bi taybet zarok û li paqijiyê miqate bin."

Mustefa piştrast kir ku heta niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu kes bi nexweşiya Korona neketiya û heger tu kes pê bikeve berê wan bidin navendên taybet da ku wan control bikin û li gorî pîvanên tenduristiyê yên taybet bi wan re bimeşin.

Tê zanîn ku hejmara kesên bi nexweşiya vîrusa Korona ketine, di nava du rojên dawî de li dewletên Rojhilata Navîn û bi taybet Kiwêt, Iraq û Îranê zêde bûye.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wvL1RP8mGo0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>