Şehîdên meha Sibatê li Dêrikê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Dêrikê 35 şehîdên meha Sibatê ku di dem û cihên cuda yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çiyayên Kurdistanê de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Şehîdên meha Sibatê li Dêrikê hatin bibîranîn
Şehîdên meha Sibatê li Dêrikê hatin bibîranîn
Şehîdên meha Sibatê li Dêrikê hatin bibîranîn
Şehîdên meha Sibatê li Dêrikê hatin bibîranîn
26 sibat, 2020   12:37
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Dêrikê, 35 şehîdên meha Sibatê ku di dem û cihên cuda yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çiyayên Kurdistanê de şehîd bûne, bi merasîmekê bi bîr anîn. Merasîm li Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê li dar ket û bi dehan malbatên şehîdan û endamên saziyên civaka sivîl tev lê bûn.

Hola ku merasîm lê li dar ket, bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan û yên 35 şehîdan hatibû xemilandin û ji bo bîranîna şehîdan 35 mûm hatin pêxistin. Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Meclisa Malbatên Şehîdan navên 35 şehîdan xwendin.

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Heqî Sîpan wiha axivî: "Em hemû şehîdên ku ji bo azadiyê û pêkanîna xewnên gelê Kurd û gelên bindest canê xwe feda kiriye, bê rêzdarî bi bîr tînin."

Sîpan di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ji hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û malbatên şehîdan tê xwestin ku yekitiya xwe ava bikin û li hember êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê, têkoşîna xwe bilind bikin û wiha pê de çû: "Da ku em armancên şehîdên xwe ku di oxira wan de şehîd bûne, pêk bînin, em ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin."

Piştre der barê dîrok û têkoşîna şehîdên meha Sibatê yên herêma Dêrikê de, sînevîzyonek hat pêşandan.

Merasîm bi stranên şoreşgerî ji aliyê komên girêdayî Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê a bajarê Dêrikê ve, tilîliyên dayikan û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re, bi dawî bû.

 (bx)

ANHA