Jinên Efrînê amadekariyên pêşwazîkirina 8’ê Adarê dikin

Bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinên Cîhanî,  jinên Efrînê li kampa Serdem a kantona Şehbayê, amadekariyên vekirina pêşengeheke karê destan, cil û bergên folklorî dikin.

Jinên Efrînê amadekariyên pêşwazîkirina 8’ê Adarê dikin
Jinên Efrînê amadekariyên pêşwazîkirina 8’ê Adarê dikin
Jinên Efrînê amadekariyên pêşwazîkirina 8’ê Adarê dikin
Jinên Efrînê amadekariyên pêşwazîkirina 8’ê Adarê dikin
Jinên Efrînê amadekariyên pêşwazîkirina 8’ê Adarê dikin
Jinên Efrînê amadekariyên pêşwazîkirina 8’ê Adarê dikin
Jinên Efrînê amadekariyên pêşwazîkirina 8’ê Adarê dikin
Jinên Efrînê amadekariyên pêşwazîkirina 8’ê Adarê dikin
Jinên Efrînê amadekariyên pêşwazîkirina 8’ê Adarê dikin
22 sibat, 2020   08:07
ŞEHBA

Bi boneya Roja Jinên Cîhanî, jinên kantona Efrînê dest bi amadekariyan dikin.

Di çarçoveya amadekariyan de, dirûna cil û bergên kurdî, çêkirina xemil û xêzan, rîs û çentan pêk tê. Ji ber vê yekê jî  li kampa Serdemê ya kantona Şehbayê werşeya xebata karên destan û dirûna cil û bergên folklorî, hate vekirin.

Werşe ji 4 alavên dirûtinê pêk tê û 6 jin dirûnê dikin  û  jinên din jî karên destan çêdikin.

Ji rêveberiya Meclisa Jinên kampa Serdem Nisrîn Silêman têkildarî mijarê axivî û got: “Armanca me ew e em kultûra kurdî derxînin pêş û jin zêdetir şareza bibin. Di milê dîtir de proja me ji karên destan pêk tê û em ê kar û xebata xwe heta cejna jinê û cejna Newrozê bidomînin.”

Endama komîteya jinê li kampa Serdem Elîf Mihmed diyar kir ku cilên filoklorî wê bi buhaneyeke erzan di sûkan de werin firotin û wê li gorî rewşa madî ya jinan bibin.

Horiya Mistefa ku cilan didrû û cihê xwe di nava werşeyê de girtiye, destnîşan kir ku piştî ew bi darê zorê ji kantona Efrînê koçber bûn, wan ev projeya taybet bi jinên kampê pêşniyar kir û li gorî daxwaza modêlan ew ê dest bi dirûna cil û bergan bikin.

Hêjayî gotinê ku pêşangeha karên destan û cil û bergên folklorî beriya cejna jinên dê were vekirin.

 (eh)

ANHA